Berxwedana kobaniyan encam da
13:50
JINHA
RIHA - Piştî destûra welatiyên Kobanê yên li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê dixwastin derbasî Kobanê bibin nehat dayîn dest bi çalakiya rûniştinê kirin û çalakiya rûniştinê encam da. Bi sedan welatiyên Kobanê ji bo derbas bibin ber bi nokteya leşker û polîsan a sînor ve meşiyan.
Welatiyên Kobanê yên dixwazin vegerin Kobanê bi hinceta "Îro şemiye û betlaneya fermî ye" destûra wa nehate dayîn û li ser vê yêkê welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û çalakiyê encam da. Piştî polîs û leşkeran barîkat rakirin bi sedan welatiyên Kobanî ji bo derbas bibin ber bi sînor ve meşiyan.
(zt)

