Ji bo Cemîle Erol a YPJ'î konê sersaxiyê hat vedan
13:56
JINHA
MANÎSA - Ji bo şervana YPJ'ê Cemîle Erol (Avaşîn Basiyan) li Tugutluyê konê sersaxiyê hat vedan û bi sedan welatî çûn sersaxiya malbatê.
Di şerê li Kantona Kobanê de şervana YPJ'ê Cemîle Erol (Avaşîn Basiyan) jiyana xwe ji dest da. Malbata Cemîle li Turgutluya Manîsayê konê serdaxiyê veda. Bi sedan welatî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" heta konê sersaxiyê meşiyan. Welatiyan bi xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin. Serokê DBP'a Turgutluyê Selahattîn Dagli di serdana sersaxiyê de axivî.
Paşê jî xaltiya Cemîle Erol Suheyla Çelîk jî diyar kir ku ew bi Cemîle serbilind in û wiha got: "Şehîd ne tenê şehîda me ye, şehîda hemû Kurdistanê ye. Ew rûmeta hemû Kurdistanê ye. Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Em minetdarê Rêbertiya xwe ne û silavên xwe jê re dişînin."
Serdana welatiyan bi xwendina duayan bi dawî bû.
(zt)

