Cenazeyê Osman Naîf şandin Kobanê
14:15
JINHA
RIHA - Cenazeyê Endamê YPG'ê Osman Naîf ê ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê birîndarbû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê û jiyana xwe ji dest da çandin Kobanê. Cenazeyê Endamê YPG'ê Reşît Alper (Rojhat Peyansi) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da jî ji aliyê malbatê ve li Kobanê wergirt û anî Pirsûsê.
Cenazeyê Endamê YPG'ê Osman Naîf êku di berxwedana Kobanê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan û li wir jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê şandin Kobanê.
Cenazeyê Reşît Alper ji Kobanê hate wergirtin
Cenazeyê Endamê YPG'ê Reşît Alper (Rojhat Peyanis) ê ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenazeyê Reşît Alper ji Kobanê anîn Pirsûsê û berê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî ji bo otopsiyê dê bibin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî karên otopsiyê dê cenazeyê Reşît bibin Colemêrgê.
(zt)

