Li Îzmîrê polîsan mudaxeleyî meşa ji bo piştevaniya Kobanê kirin

15:26

JINHA


İZMİR – Welatiyên ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê li ber Basmane hatin bahev polîsan bi avaşid û gaza îsotan mudaxele kirin.


Bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê dibin pêşengiya HDP û DBP’ê de li ber Meydana Basmane bi hezaran welatî kombûn. Dema ku welatiyan xwestin ji wê ber bi Sumerbankê ve dest bi meşê bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Li gel astengiya polîsan jî welatiyan dest bi meşê kirin, polîsan bi ava şid û gaza îsotan mudaxeleyî girseyê kirin. Li cihê bûyerê hîna rageşî berdewame.


(zt)