Hediye Aksoy: Dil û mejiyê min li girtîgehê ma…

14:37

 


Gulşen Koçuk / JINHA


ÊLIH –  Malbat, xizm û hevalên Hediye Aksoy hêj heyecan û coşa serbest berdana Hediyeyê dijîn. Lê ligel kêyfxweşiyê dil û mejiyên van li girtîgehê ma, dixwazin di serî de girtiyên nexweş û bi taybetî jî hemû girtiyên siyasî serbet bên berdan, dê wisa dilşad bibin.


Hediye Aksoy bi eslê xwe Mêrdînê ye û hêj di biçûktaya xwe de Têkoşîna Neteweyî ya Kurd nas kir. Hediye jiyana xwe ya 12 salan li girtîgehê derbas kir. Hediye piştî pêvajoyeke dijwar bi şertî serbest hat berdan. Hediye di 18 saliya xwe de di sala 1994’an de birîndar dibe û çavên xwe winda dike. Girtîgehên wekî Erzirom, Sakarya, Çanakkale û Umraniyeyê ma. Ji bo tedawiyê di sala 2000’an de serbest hat berdan. Piştî 6 salan carek din hat girtin. Di dadgehê de mafê parastinê ji bo Hediyeyê nehat dayîn û bi tevahî 18 sal 7 meh cezayê girtinê ji bo Hediyeyê hat dayîn. Hediye herî dawiyê nexweşiya penceşêrê re rû bi rû ma. Ji bo tedawiyê carek din hat serbest hat berdan. Malbat, heval û dostên ve der barê Hediyeyê de nêrînên xwe anî ziman. Di serî de Hediye nêrînên xwe der barê serbest berdana xwe û rewşa li girtîgehê anî ziman.


‘Divê ji bo azadiya girtiyên din jî hewldan çêbin…’


Hediye Aksoy, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Hevalan li girtîgehê ji bo min gelek ked dan. Min soz da hevalên xwe yên girtî, ezê tenduristiya xwe baldar bim. Tevgera jinan ji bo min gelek xebat kirin û ji bo azadiya min ketin nav hewldanan. Lê ez dixwazim ev hewldan û xebat ji bo hevalên din jî wisa be. Hevala min Fatma Tokmak, rewşa wê ne başe. Niha li benda rapora Tiba Edliyeyê. Heta niha tu bersiv nehate dayîn. Divê êdî deriye girtîgehê heta dawiyê vebe û hevalên me bighijin azadiya xwe. Di sala 2012’an de li girtîgeha Erziromê Mehmet Aras ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê jî divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan.”


‘Azadî bi fîzîkî nabe…’


 Hediye, da zanîn ku kesên ku li girtîgehê azad in, çend bi fîzîkî girtibîn jî. Hediye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov çend bi fîzîkî girtî be jî, li gorî mirovê li derve bêtir li derveye. Bi fikr, raman, hest û dile xwe her tim li derveye. Jinên ku li kolanan tê qetilkirin, li girtîgehê bêtir his dike. Ciwanên kû di pêvçunan de jiyana xwe ji dest didin li girtîgehê cudatir tê hiskirin. Dema agahiyên baş tên jî li girtîgehê hest cudaye. Çend niha ez azad bim jî dil û mejiyê min her li girtîgehê be.


‘Bila hemû dayik bighijin zarokên xwe’


Dayika Hediyeyê Şîrîn Aksoy, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Hediyeyê û wiha got: “Hediye birîndar hat girtin. Çavên wê nedidît û 13 salan bê hincet hat girtin.  Her roj li hemberî ve neheqiyê giriyam. 13 sal in hestirê çavên min ziwa nebû. Her roj û her saat bedana min rizî. Ez hevî dikim ku hemû dayik bibin yek ji bo girtiyên nexweş bikevin nav hewldanan. Em li ser vê erdnegariyê yekin cudabûna me nîne. Dest bidin deste hev û têkoşîneke hevpar bidin. Em aştiyê dixwazin. Piştî 13 salan ez gihiştim keça xwe. Ez dixwazim hemû dayik bighijin zarokên xwe.”


‘Em tenê aştiyeke bi rûmet dixwazin’


Xwîşka Hediyeyê Gul Bayar, da zanîn ku tene aştiyeke bi rûmet dixwazin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dayikên kurd her tim bi êş û kul jiyana xwe didominin. Her kes edaletê dixwaze. Her netew bi zimanê xwe diaxife lê kurd nikarin, ji ber ku ziman hatiye qedexekirin. Ez gihiştim xwîşka xwe, hestek pir cudaye. Ez dixwazim hemû malbatên girtiyan vê hestê bijîn. ”


Xebatên hişyariyê û kampanyayên azadiyê


Dema Hediye ket girtîgehê biraziya wê Fatma Aksoy gelek biçûk bû. Fatma, wiha qala meta xwe kir: “Meta min cara duyem ket girtîgehê. Dema cara yekem meta min hat girtin ez gelek bigelek biçûk bûm. Keda Hediyeyê li ser min gelek e. Hediye, ji bo jinên ciwan gelek bi hestiyar bû. Dema min bihist Hediye nexweşe derûniya min têk çû. Min bi sedan name ji Tiba Edlî, Dadgeha Mafên Mirovan, serokomar û serokwezîr re şand. Tenê bersiva 2 nameyên me hat. Lê tiştek nehat kirin. Lê me dîsa name şandin. Dema me nexweşiya penceşêrê bihist malbat têk çû. Me dest bi kampanyayan kir û xebatên hişyariyê dan destpêkirin. Me dengê xwe bilind kir. Piştgiriya hevalên li girtîgehê jî gelek girîng bû. Dema me bihist ku Hediye serbest hatiye berdan em gelek kêyfxweşbûn. Dawêta malbatê hebû, piştî vê agahiyê me bûk û zava danî aliyek din me azadiya Hediyeyê pîroz kir.”


‘Hediye tu carî nexweşiya xwe nekir hincet’


Kudret Gulun hevala Hediye Aksoyeyê û di sala 2000’an de hevdu naskirine. Her wiha piştî ku Hediye cara duyem hat girtin dîsa bi hevre heman girtîgehê mane. Kudret, wiha axivî: “ Girtina Hediyeyê ya duyemîn li ser me bandorek neyînî hişt. Ne ji bo rewşa wê ya fîzîkî. Hediye her tim wekî me tevdigeriya. Bi moral, kar û barê xwe dikir. Keda Hediyeyê li ser gelek hevalên jin hene. Hediye ligel şert û mercên xirab her tim bi jiyanê re giredayî bû. Hediye tu carî nexweşiya xwe nedikir hincet. Hediye rojek ma bû Newrozê re serbest hat berdan. Diyariyeke Newrozê bû, serbest berdana wê.  Em dixwazin hemû hevalên me bi taybetî jî yên nexweş serbest bên berdan. Komeleya Piştewaniya Malbatên Girtiyan (TUHAY DER), Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), tevger û komeleyên jinan ji bo Hediyeyê ketin nav hewldanan.”


Dîmen û Wêne: Gulşen Kocuk, Mizgîn Tabu


(la)