Gundê Merdisimêlê ji ber êrîşên çeteyan hat valakirin

17:21

JINHA


RIHA – Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin êrîşî sivîlan dikin. Gundê Merdisimêlê ku rastî bombebarana çeteyan tê hate valakirin. 

Çeteyên DAIŞ'ê ku li hemberî berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê dişkên êrîşî welatiyên sivîl ên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê dikin. Ji van gundên ku rastî bombebarana çeteyan tê yek jê gundê Merdisimêlê yê Pirsûsa Rihayê ye. Gundê Merdisimêlê ji ber bombebarana çeteyan hat valakirin. Piştî ku gunda hat valakirin 5 topên hawanê li gund ketin. Ji ber ku li gund tu kes tunebû mirî û birîndar çênebû lê malên gund zirar dîtin. 

Her wiha ji hêla çeteyan ve 3 topên hawanê avêtin gundê Boydê. Hate zanîn ku topên hawanê li nêzî gund ketin. 

(zt)