Pr. Gamze Yalçın: Emê şopdarê êrîşa bi satoran bibin

08:40

Nurcan Yalçın /JINHA


AMED – Endama Desteya Rêveberiya Şaxa ŞHD’ê ya Amedê Pr. Gamze Yalçin li Amedê êrîşa bi sator ya ser zaroka 12 salî D. K hatî kirin nirxand û bertek nîşanî helwesta berpirsên dewletê yên hîna tu Raporên Tiba Edlî nehatî bi destxistin ji bo êrîşkar gotinên weke ‘Hişê wî ne temame’ da û got: “Ev daxuyaniyên bi vî rengî tê wateya girtina dosyeyê. Ji ber wê jî emê weke parêzer û ÎHD e şopdarê vê bûyerêbin.”


Li Kolana Tulgar ya taxa Cami Kebir ya navçeya Surê ya Amedê di 25’ê îlonê de kesê bi navê M.M. U yê ku bi xwe xwe weke endamê DAIŞ’ê dida nasîn bi satorê êrîşî zaroka 12 saliya bi navê D. K kiribû. Piştî êrîşê êrîşkar girtin bin çavan û di heman kêliyê de gelê Amedê jî nerazîbûn nîşanî bûyerê dan. Her çendî Walî û rêveberên eminyetê yên Amedê piştî bûyerê bi daxuyaniyên weke ‘hişê wî ne li serê wiye’ xwestin serê bûyerê bigirin jî lê welatiyan bertek nîşanî van awayê daxuyaniyan dan. Piştî bûyerê du rojan hat hînbûn ku êrîşkar ji aliyê Muduryeta Eminyeta Amedê ji bo tendurustiyê şandiye Elazigê. Endama Desteya Rêveberiya Şaxa ŞHD’ê ya Amedê Pr. Gamze Yalçin bertek nîşanî daxuyaniyên berpirsên dewletê yên weke hîna tu Raporên Tiba Edlî li holê neyî “Hişê wî ne temame” da. Gamze hêrîşa ser zaroka 12 salî şermezar kir û diyar kir ku dê bertekên li hemberî vê mezin bibin.


‘Ev daxuyanî tê wateya girtina dosyeyê’ 


Gamze balkişand ser êrîşa ser zaroka 12 sali ya bi navê D. K û wiha got: “Li gorî agahiyên derbazî raya girştî bûyî û tuştên ku zarokê bi xwe gotî; êrîşkar bi gotinên weke ‘Ez endamê DAIŞ’ê me’ û ‘Elah û Ekber’ êrîş kiriye. Ev gotin propagandaya rêxistinêye. Girêdayî êrîşê Wali û eminyetê bi daxuyaniyên weke hişê wî ne teme dan. Weke hiquqvan em dibêjin ji bo hişê mirovekê ne li cîh be divê hem ji Saziya Tiba Edli û hem jî ji saziyên dinê rapor bên. Ji Walitiyê û emniyetê hatina daxuyaniyên wiha tê wateya ne darezandina êrîşkar û ser bûyerê girtinê.”


Dema ku alîkarî bê dayîna êrîşkar dê bûyerên wiha jî zêde bibin’


Gamze da zanîn ku di van demên dawiyê de êrîşên ser zarokan zêde bûne û wiha domand: “Hem li Kobanê DAIŞ qirkirinan dikin û hem jî li aliyê Tirkiyê jî êdî ev qirkirin tên dîktin. Ev jî  dide diyar kirin ku hem Tirkiye û hem jî dewletên navnetewî hemû hevalbendên DAIŞ’ê ne. Em weke ÎHD êrîşa ser zaroka 12 salî şermezar dikin û emê bertekên xwe bînin ziman.”


‘Bertekên gel di cihê xwedene’


Gamze bertekên gel yên li hemberî bûyerê di cihê xwe de dît û wiha berdewam kir: “Dema k udi derbarê qatîl de lêpirsîn neyê kirin û ew kes bê ceza bimîne dê bibe sedema ku qatîl ji vê helwesta wan hêzê bigire. Hinek jî bertekên gel girêdayî vê bû. Di dema germa bûyerê de daxuyaniyên walî û emniyetê yên weke hişê qatîl ne li serê wî bûye bû sedema bilindbûna hêrsa gel. Ji ber gel dixwaze sucdar bê cezakirin. Ji ber wê jî bertekên gel di cihê xwe debû.”


‘Heger siyasî bê darezandin wêdemê tu giringiya raporê nîne!’


Gamze di darazên siyasî de binpêkirinên mafan bibîr xist û wiha dom kir: “Dema ku em li dosyayên siyasî dinêrin gelek caran bi rastî hinek kesên ku hişê wan ne tememe jî lê tên cezakirin û heya dawiyê jî di girtîgehê de dimînin. Ev jî di aliyê zagonî de tê wateya cudatiyan. Ji xwe bêyî tu rapor derkeve holê dayîna daxuyaniyên bi vî awayî tê wateya ji xwe ew kes ji aliyê berpirsan ve hatiye rêxistin kirin û rêkirin.”


(zt)