Bêrîvan li ber etekên çiyan re diçin ber peravên Ava Zapê bêriyê

09:23

JINHA


COLEMÊRG –  Yek ji kevneşopiyên çanda Mezopotamya ya her kevnare bêrîraniye ku heya roja me ya îro li hemberî modernîteya kaputalîzmê li ber xwe dede. Li gundê Dîzê ji serê bûharê heya dawiya peyîzê bêrîvan diçin bêriyê. Bêrîvan bi kincên xweyên netewî diçin bêriyê li balê bêriyê sitiranan dibêjin û li ber sitiranan jî dîlanê digirin. Her wiha bêrîvan vê çanda xwe ya kevnare hînî zarokên xwe jî dikin.


Çanda bêrîvaniyê din ava gelê kurd de gelek kevnareye. Jinên kurd hem vê çandê ji yên beriya xwe hîn dibin û hem jî heya dawiya temenê xwe berdewam dikin. Li gundê Dîzê yê girêdayî Colemêrgêye bêrîvan kincên xwe yên netewî li xwe dikin û di bin barîna baranê de li ber etekên çiyayên Colemêrgê re diçin ber peravên Ava Zapê bêriyê. Bêrîvan li ber bêriyê re sitiranan dibêjin û carnan jî dem hîna pez nehatiye ser bêriyê bêrîvan li ber dengê sitiranên xwe dîlanê digirin. Bêrîvan zarokên xwe jî li gel xwe dibin balê bêriyê û bi wî awayî zarokên wan jî heman çandê hîn dibin. Jinên ku nîvê sala wan di rêya bêriyê de derbaz dibin di heman demê de çandiniyê jî dikin û li nava bîstanên xwe jî di xebitin. Jinên bêrîvaniyê dikin din ava gund de bi hemû çavkaniyên xwezayî jiyana xwe derbazdikin. Ev mijulbûna wan ya bi xwezayê re dihêle her dem ru geşiyek ser ruyê wan xuya bike. Bêrîvan dibêjin jiyana bajaran bi qasî ya gundan ne xweşe û wiha di axivin: “Li gorî bajaran jiyana gundan pir zêdetir xweşe. Li vê derê her tuşt xwezayiye. Em bi xwe hemû pêdiviyên jiyana xwe yên weke mast, penîr, fêkî û zebzeyan bi destê xwe di hilberînin. Em bi awayê ekîb dixebitin û keyîfek mezin ji xebata xwe digirin. Lê li bajaran hemû xwarin dermankirîne û tu tam ji wan nayê girtin.”


Hem de kêfxweşiya bêrîvanan balkêşe


Ji bêriyan Hamîde Kurt ya ku her dem di rêya bêriyê de sitiranan dibêje diyar kir ku ew ji temenê xwe yê biçuk heya niha karê bêrîvaniyê dike û got: “Ew ji despêka bûharê heya demsala payîzê karê bêrîvaniyê dikin. Em pir dixwazin biçin bêriyê. Ji ber hem hewayê cihê bêriyê gelek xweşe û hem jî heya êvarî em ji bo xwe di lîzin, sitiranan dibêjin û dîlanê digirin.”


Hamîde jiyana gund jî bi ya bajaran re wiha berhev dike: “Li gorî bajaran jiyana gundan pir zêdetir xweşe. Li vê derê her tuşt xwezayiye. Em bi xwe hemû pêdiviyên jiyana xwe yên weke mast, penîr, fêkî û zebzeyan bi destê xwe di hilberînin. Em bi awayê ekîb dixebitin û keyîfek mezin ji xebata xwe digirin. Lê li bajaran hemû xwarin dermankirîne û tu tam ji wan nayê girtin.”


‘Bêrîvanî cewherê kurdane’


Ji bêrîvanan Ruhevza Kurt jî da zanîn ku ew bêrîvanî ji diya xwe hîn bûye û dema ku zewiciye hatiye gundê Dîzê berdewam kiriye û wiha domand: “Aliyê bêrîvaniyê yê gelek zor hene, lê aliyên wê yên xweş jî pirin. Em gelek xwarinên xwe yên weke şîr, mast, penîr, nîvişk û gelek tuştên dinê bi destê xwe amade dikin. Em ji bo xwarina xwe amade dikin lê yê j ime zêde jî em di firoşin û kêmaniyê dinê yên mala xwe bi dahata ji wan hilberînan em dest dixin temam dikin.” Ruhevza destnîşan kir ku ew 13 malbat bi hev re karê sewalvaniyê dikin û wiha berdewam kir: “pezê her kesê cudaye. Me hemûyan pezê xwe îşaret kiriye û em wiha ji hev cuda dikin.” Ruhevza jî beraberkirina gund û bajar wiha anî ziman: “Hewayê gund cudaye. Gund her demsalê xwediyê xweseriyên cuda ne û mirov li gund bi tendurist jiyan dikin. Em hemû gundî tên bahev û demên xweş bi hev re derbas dikin. Em ji bi jiyana xwe gelek şanazin û hem jî zarokên me jî li gel me heman jiyanê hîn dibin.”


Jin şeş mehan li bêriyê ne


Rahîme Kurt jî da zanîn ku ev 30 sale ew li vêderê bêrîbaniyê dike û wiha got: “Em dema ku tên bêriyê bi sitiran û girtina dîlanê tên. Em sohbet dikin û navendek ya me ya gelek germ û xweş heye. Em salê şeş mehan tên bêriyê. Di despêka bûharê de pez gelek şîrin. Em bi qasî saetekê li ber bêriyê de dimînin. Lê peyîzan şîr kêm dibe em zu pezê xwe bêrî dikin û qasî nîv saet yan çarêkekê em di qedînin.” Her roj ber bi nîvro jin ji bo bêriyê diçin ber peravên Ava Zapê. Bêrîvan bi sitiranan karê xwe dikin û paşê jî satilên şîr di destê wan de vedigerin gund.


Wêne: Bacı Anuk


(zt)