Ji bo Kobanê piştevaniya şoreşgerî
10:04
JINHA
RIHA - Faliyeta Anarşîst a Şoreşger (DAF) jî di berxwedana gel a li sînorê Kobanê didome de cihê xwe girt. Endamên DAF'ê bi gotina "Berxwedena rêhevalên me yên li Kobanê mîrateya Kawayên li dijî Dehakan têkoşiyane ye, em ê jî heta dawî di riya rêhevalên xwe de bimeşin" piştgiriya xwe anîn ziman.
Li sînor ji bo piştgiriya Kobanê ya ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide 25 kîlometre li ser xeta sînor nobeta berxwedanê didome. Ji bo welatiyên li sînor nobetê digirin piştgiriyek jî ji ciwanên endamên Faliyeta Anarşîst a Şoreşgerî (DAF) ne hat. Endamê DAF'ê ku beriya 6 salan hatiye damezirandin yê bi navê A.Melîk Yalçin diyar kir ku armanca wan li ser vê axê careke din rêxistinkirina anarşîzmê ye. Yalçin destnîşan kir ku ew ararşîzmê li ser xeta şoreşgerî rêxistin dikin û kesên anarşîst û bindest di dîrokê de bi awayeke rêxistinkirî tevgeriyane. Yalçin têkîldarî berxwedana Kobanê got ku dewlet û kapîtalîzmê çi entrîka ava kirine dê hilweşe û şideta hatiye afirandin jî tune bibe.
'Çeteyên DAIŞ'ê dê li hemberî şervanên azadiyê têk biçin'
Yalçin ê ku got çeteyên DAIŞ'ê dê li hemberî şervanen azadiyê têk biçin wiha berdewam kir: "Berxwedena rêhevalên me yên li Kobanê mîrateya Kawayên li dijî Dehakan têkoşiyane ye, em ê jî heta dawî di riya rêhevalên xwe de bimeşin." Yalçin anî ziman ku ji ber ew têkoşîna Kobanê wekî têkoşîna bindestan dibînin hatine vir û tevli nobeta berxwedanê bûne û ev tişt ani ziman: "Li vir têkoşîneke serkeftî tê dayîn û hemû gel bûne gel, dîsa ji bo me jî bû tecrubeyeke girîng."
Endamê DAF'ê Aydin Ozgur ê ku ev 6 roj in di nobeta berxwedanê de ye ji roja hatiye heta niha tevli komunên berxwedanê bûye û li sînor nobetê digire. Aydin bilêv kir ku ew hem li cem gelê Kobanê re bin hem jî bi gelên bindest ê cihane re bin hatine vir û xwestine ne tenê di teoriyê de di pratîkê de jî vê yekê nîşan bidin. Aydin da zanîn ku pratîka jiyanê ji bo wan pir girîng e ji ber vê yekê jî ew nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin, di nobeta berxwedanê de beramberî hev gelek tecrube girtine.
'Divê şoreşger xwedî li berxwedana Kobanê derkevin'
Aydin got ku leşkerên tirk mirovên binxetê bi awayeke sîstematîk dikujin û li serxetê jî gelê di nobeta berdxwedanê de ne guleberan dikin. Aydin diyar kir ku ev yek wan bêhtir serbilind dike û teşwîqî têkoşînê dike, ew guhertina ku li vê axê pêk tê ferq dikin û ji ber vê yekê jî hatine vê derê. Aydin destnîşan kir ku wekî DAF dê piştevaniya wan a ji bo Kobanê bidome. Aydin anî ziman ku şoreşgerî hin berpirsyariyan dixwaze û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin şoreşger im, divê sile yan jî guleya ku tê avêtin di rûyê xwe de hîs bikin ji ber vê yekê jî banga me ji bo hemû kesan ew e ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin."
(zt)

