Li Girê Momana Şêxanê YPG’ê çalakiyên bi bandor li darxistin
10:16
JINHA
KOBANÊ – Hêzên YPG’ê li Girê Momana Şêxan ê rojavayê herêma Kobanê çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist. Di encamê de 2 tirimpêlên leşkerî û tirimpêleke doçka li ser rûxandin.
Nûçegihanê ANHA’yê ji deverên berxwedanê ragihand ku hêzên YPG’ê di nîvê şevê de saet di 0.30’an de li gundê Momana Şêxan ê rojavayê herêma Kobanê çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist. Di encama çalakiyên de pevçûnên dijwar rû dan û têde 2 tirimpêlên leşkerî û tirimpêleke doçka li ser hatin rûxandin. Her wiha di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin. derbarê hejmara kuştiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.
Şer û pevçûn li heman deverê bi hemû dijawariya xwe berdewam in.
Çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya hêzên tarî ji 15’ê îlonê ve bi hemû hovîtiya xwe êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê didomînin.
(zt)
