Kobaniyên li ser sînor dimînin: Em li benda roja serkeftinê ne

10:35

 


JINHA


RIHA - Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyan ji neçarî gundê xwe valakirin û li gundên Pirsûsê bi cih bûne diyar kirin ku ew ligel şert û mercên zehmet jî naçin wargehên AFAD'ê û gotin ku ew li benda roja ku vegerin gundê xwe ne.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê zêde bûn ciwanên gundê Siftekê ji bo li dijî çeteyan şer bikin tevli YPG/YPJ'ê bûn û jin, zarok, kal û pîr jî sînor derbas kirin hatin li gundên Siwêdê, Boydê, Kêsmê, Aşmê, Alîzêrê, Dewşen, Bethê û Etmanikê yên Pirsûsa Rihayê bi cih bûn. welaityên li gundên ser sînor dijîn gelek kobaninyan li malên xwe vehewandin û xwedî li wan derketin. Hin malbat jî li konên ku nêzî gund hatine vedan hatin bicihkirin. Kobaniyan lgel şert û mercên dijwar jî çûna wargehên AFAD'ê ku çend kîlometre dûrî gundan e red dikin. Welatiyê kobanî li benda roja ku vegerên gundêxwe ne.

'Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin'

Perîşan Mahmud a ku kurê wê di nava şervanên YPG'ê de li dijî çeteyan şer dike ligel hemû zehmetiyan jî ji ser sînor naçe. Perîşan Mahmud got ku hemû ciwanên kurd li dijî çeteyan şer dikin û ew tişt anî ziman: "Em di nava perîşaniyê de dijîn lê dîsa jî em li bende roja ku vegerin gundê xwe ne. Ji bo vê jî em li ber xwe didin."

Perîşan Mahmud çûna wargehên AFAD'ê red dike û anî ziman ku ew tiştekî ji tu kesî naxwazin û tenê daxwaziyek wan heye û pê de çû: "Em dixwazin ev çeteyên hov ji welatê me bên derxistin. Ji bo vê jî ciwanên me li ber xwe didin. Em jî li vir li benda roja serkeftinê ne."

Welatiyên ku li konê sersaxiyê bi cih bûne anîn ziman ku ew ji vê derê pêvtir naçin ciheke din û li benda roja ku vegerin gundê xwe ne.

(zt)