Ji Wanê bi hezaran welatî diherikin Pirsusê
10:54
JINHA
WAN – Bi boneya piştevanîdayîna berxwedana Kobanê bi hezaran welatî ji Wanê ber bi Pirsusê ve herikîn.
Seferberiya ku ji bo alîkarî dayîna berxwedana Kobanê ya kul i hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin hîna berdewam dike. Di bin pêşengiya DBP’ê de ji Wanê jî her şev bi hezaran welatî diçin navçeya Pirsusê ya Rihayê li wê beşdarî çalakiya nobetê dibin. Şevêdinê jî bi dehan wesayît ji Wanê ber bi Pirsusê ve herikîn. Her wiha ji derveyî wesayîtên ji navendê rêketin ji nava taxan jî bi dehan wesayît ji bo beşdariya mitînga îro li Pirsusê ketin rê.
Welatiyên dikevin hindirê otobûsan ji bo çoyîna Pirsusê dem dem duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” û “Bihî Serok Apo” bilind kirin.
(zt)

