Jin îsotên Ewêna komdikin
11:19
JINHA
MÊRDİN – Li navçeyak Stewrê ya Mêrdînê jinan dest bi çinîna îsotan kiriye. Jin îsotên ji nava bîstanên xwe tînin hem li ser rê bêyî teraziyan bi nêrîna çavan û dahatek kêm didin welatiyan û hem jî tînin malê salçeya îsotan û bi her awayî pêdiviyên malê jî ji wan îsotan çêdikin.
Li bajaroka Ewêna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê jinan weke her salê dest bi çinîna îsotan kirine. Jin wan îsotên ji nava bîstanên xwe tînin hem li ser rê bi dahatek kêm û bê terazî bi nêrîna çavan difiroşe welatiyan û hem jî wan îsotan tînin malê hemû pêdiviyên zivistanê yên ji îsotan tên girtin yên weke hişkirin û çêkirina salçeya îsotan çêdikin. Li ser rêyên bîstanan eleqeya welatiyan ya li hemberî îsotên ji nava bîstanan tên komkirin wiha ketin ber objektîfên me.
(zt)

