‘Ji Gurbetellî Ersozê heta Ajansa Nûçeyan a Jinan…’

12:58

 


JINHA


AMED – Sabahat Altun Çelîk, bal kişand ser 115’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurd û diyar kir ku îro salvegera Rojnamegeriya Kurd e, her wiha îro jî danişîna 46 rojnamegerên kurd e.  Sabahat, wiha got: “Îro bi mîrasa Gurbetelli Ersoz jin hatin vê rojê. Rojnamegerên jin hewl didin ku berhemên pergala serdest teşhir bikin û ji ber vê jî rastî zext û zordariyê tên. Lê jin tu carî dev jî vegotina rastiyê bernadin.”


Rojnamegeriya kurd ji sala 1989’an ku ji hêla Miqdad Bedîrxan ve bi armanca ragihandina dengê gelê kurd hate avakirin, îro jî bi heman armancê bi rojname, kovar, ajans, televîzyonê têkoşîna xwe didomîne. Ligel hemû zext û zordariyan têkoşîna parastina çanda kurdî dimeşînin. Rojnamegeriya kurd ji bo parastina azadî, nirx, çand û zimanê kurdî bi salane bedelên mezin dan û li sirgûnê bû dengê gelê xwe.


Li Qahîreyê rojnameya kurd…


Rojnamegeriya kurd ku di demek Cemiyeta Tealî ya Kurdan de belav bû û pêşengên wê ji hêla Dewleta Osmaniyan ve hatin sirgûnkirin. Ligel hemû neyîniyên li dijî gelê kurd careke din jî diviya tiştek bihata kirin û ji ber vê yekê Miqdad Mîdhed Bedirxan bi hêviyek mezin ji bo agahdarkirina gelê kurd û pêşveçûnên di cîhanê de biryar dide ku rojnameyekê derxe. Bedîrxan ji bo derxistina rojnameyê jî hem ji ber nêzîktirbûna welat û hem jî têkiliyan cihê derxistina rojnameyê wekî Qahîreya Misirê hildibijêre. Lê li pêşiya Bedîrxan astengiyên mezin hene. Ji ber ku rojnameya derdixe li ser navê welatek bêstatûye û hatiye dagirkirin. Êdî li ber destê Mîdhed Bedîrxan derfetên malbata Berîdxan tunebû û ew li sirgûnê ye. Derxistina Kurdistanê êdî pir zehmet bû. Lê Bedîrxan bi alîkariya têkiliyên xwe û derdora xwe bi biryarî hewl dide û di dawiyê de di warê rojnamegeriya kurdî de yekem tîrêj bi navê ‘Kurdistan’ hil dide. Kurdistan li ser axa xwe nehatibû derxistin û ji ber vê yekê her tim di nav gerekê de bû. Di vê serpêhatiyê de rojnameya Kurdistanê heta hejmara 6’an di bin berpirsiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan de li Qahîreya Misirê derketiye lê ji ber nexweşiya wî hejmarên din ji hêla Evdirehman Bedirxan ve heta hejmara 20’an li Cenewreya Swîsreyê derketiye. Ji hejmara 20’an û pê ve dîsa rojname vegeriyaye Misirê. Hejmara 24’an a rojnameyê li Londona Îngilîstanê, hejmara 25’an heta hejmara 29’an li Folkstona Îngilîstanê hatine weşandin û herdu hejmarên dawîn (hejmara 30 û 31’an) dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.


Jîn, Hawar, Ronahî û Riya Teze…


Piştî rojnameya Kurdistan di 1918’an de li Stenbolê kovara Jîn di pêşengiya Hemzeyê Mûksî de dest bi weşanê kir. Ev kovar wekî organa nefermî ya Komeleya Pêşketina Kurdistanê bû. Yek ji kovarên ku şanenava xwe li dîroka rojnamegeriya kurdî daye û navê xwe di nava vê dîrokê de nivîsandiye jî kovara Hawarê ye. Kurdên Ermenistanê jî bi navê Riya Teze li Erîvanê rojnameyeke rojane bi tîpên kirîlî derxistin. Rojnamegeriya kurd piştî Kovara Ronahî demek dirêj bêdeng hate hiştin.


‘Çapemenî bû dengê gel’


Di 1945 û heta salên 1985'î navber hat dayîn. Lê ligel vê tabloya reşbîn jî çiqas kêm û temenkin be jî hin kovar û rojnameyên gelê kurd ên wekî Dîcle Kaynagi, Îlerî Yurt, Dahg, Welat, Reşan Firat, hatin derxistin. Di salên 1990'î de rojnamegeriya kurd bi rojnameyên Yeni Ulke (1992), Welat, Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yeni Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, 2000'de Yenî Gundem, Ulkede Ozgur Gundem, Welatê Me, Azadiya Welat, kovarên Rewşen, Zend, Kovara W, Ozgur Halk, Kovara Dengê Jinê û li Ewropayê Ozgur Polîtîka hem bi kurdî hem tirkî weşanê kir. Di nav van de Welat, Welatê Me, herî dawî Azadiya Welat bi kurdî derket. Kovara Dengê Jinê, Hêviya Jinê, Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), Rojnameya Jinê Newaya Jin û di rojnameyan de jî rûpelên jinê bû dengê jinan.


Rojnamegeriya kurdî piştî salên 1990’î kete merhaleyek din. Med Tv’yê, Kurdistan Tv, Kurd Sat, Medya Tv, Mezopotama Tv, Roj Tv, Nûçe Tv, Stêrk Tv, Çira Tv, Newroz  Tv, Zagros Tv, Rojhilat Tv, MMC Tv û gelek TV’yên din îro wekî dêvekî çapemeniyê ne.


‘Kedkarên çapemeniyê’


 Tirkiyeyê salên 90’î axaftina kurdî jî qedexe bû û demekê ji bo cezakirina kesên kurdî diaxivin qanûn hatibûn derxistin. Cengîz Altun, Hafîz Akdemîr, Yahya Oran, Ferhat Tepe, Seyfettîn Tepe, Musa Anter û hwd. bi dehan rojnamegerên din bûn kedkarên çapemiyê.


Di rojnamegeriya kurdî de rojnamegerên jin ên kurd jî di bin zext û zordariyeke mezin de têkoşîna xwe ya vegotina rastiyê bênavber dom kirin. Çawa di her hêla jiyanê de jiyana jinê zehmetê be di qada rojnamegeriyê de jî rol û mîsyona jinê gelek zehmet e. Rojnamegerên jin bi taybetî yên kurd hem ji bo nasnameya jina azad û hem jî ji bo azadiya gelê xwe berxwedanên mînak dan. Rojnamegeriya jinên kurd ku di dîrokê de têkoşîneke bêhempa daye û  xwestiye bibe dengê jinên kurd. Navê Gurbetellî Ersoz, di nav rûpelên dîroka çapemeniya kurd de hatiye nivîsandin.


‘Îro 22’yê nîsanê yê û danişîna rojnamegerên kurd pêk tê’


Sabahat Altun Çelîk di salên 1990’î heta îro Çapemeniya Azad de dixebite. Sabahat, niha Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dixebite. Sabahat, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamegeriya kurd û diyar kir ku niha 46 rojnamegerên kurd niha girtî ne. Sabahat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro salvegera 115’emîn Roja Rojnamegerên Kurd e. Îro jî hevalên me tê darizandin. Ev li hevhatina rojê nê tesadûfiye. Hevalên me li girtîgehê jî rojnamegeriya xwe didomînin.”


‘Jin û rojnamegerî…’


Sabahat, diyar kir ku rojnamegeriya kurd niha di nava şert û mercên dijwar de derbas dibe, lê rojnameger jiyanên di tariyê de mayî ronî dike. Sabahat, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di têkoşîna azadiya kurdan de jin rolek mezin list. Di qada çapemeniyê de jî rol û misyona jinê girîng e. Di beşên çapemeniyê de jin hene. Gurbetelli Ersoz cara yekem wekî jinek bû Gerînendeya Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê. Bi mîrasa wê em hatin van rojan. Niha rojname, kovar û ajansa jinê hene. Ev li ser mîrasa Gurbetteliyê pêk hat.”


‘Berhemên pergala serdest teşhir dikin’


Sabahat, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinê û wiha got. “Jin ji 4 dîwaran hatiye sînorkirin. Lê têkoşîna azadiya jinê ya ku niha tê dayîn girîng e. Rojnamegerên jin hewl dide ku berhemên pergala serdest teşhir dike. Ligel vê her tim rastî zext û zordariyê tê. Em wekî xebatkarên DÎHA’yê tu carî jî astiyan tawîz nadin.


‘Qehremanên Apê Mûsa’


Emîne Kuta di sala 2006’an heta niha Belavkariya Firatê dixebite û rojnameyan belav dike. Emîne, diyar kir ku gelek jin karê belavkariyê dike û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Xebata jinan a qada çapemeniyê gelek girîng û zehmet e. Jinên kurd di qada çapemeniyê de gelek bedelên giran dan. Xebata belavkariyê gelek zehmetê. Di salên 90’î de di nav gelek zehmetiyan de ev kar hat kirin. Niha çend rewş guherî be jî zext û zordariya li hemberî çapemenî û belavkariyê neguherî. Bi hezaran doz hat vekirin, hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Rojname hatin berhevkirin. Belavkar hatin tehdîtkirin. Lê qehremanên Apê Mûsa tu carî dev jî têkoşîna xwe bernedan û rol û mîsyona xwe tînin ziman.”


Emîne, di dawiya axaftina xwe de bal kişand salvegera 115’emîn Roja Rojnamegeriya Kurd û da zanîn ku têkoşîna derxistina rastiyê ligel zext, zordarî, girtin û binçavkirina dê bidomin.  


(la)