2 birîndarên Kobanê anîn Rihayê

11:39

JINHA


RIHA - 2 welatiyên ku di şerê Kobanê birîndar bûn ji bo dermankirinê anîn Rihayê.

Ciwanên bi navê Dijwar Yusuf (22) û Abdulrezak Muslum 18) ên ku di şerê li hemberî çeteyan de birîndar bûn anîn Rihayê. Ciwanên kurd Yusuf û Muslum ji bo dermankirinê ji Deriyê Sînor ê Serxetê derbasî Pirsûsê kirin. Her du birîndar bi ambulansan birin NExweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî sewqî Rihayê kirin. Hate zanîn ku Yusuf rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan û Muslum jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê. Hate ragihandin ku rewşa Yusuf û Muslum baş e. 

(zt)