Di topbaran çeteyan de welatiyekê jiyana xwe ji dest da
11:45
Îlon
29
/ 2014
JINHA
KOBANÊ – Çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê didomînin beriya çend kêliyan topeke hawanê avêtin devereke sivîlan. Di encamê de welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bûn.
Nûçegihanê ANHA’yê li herêma Kobanê ragihand ku şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li her sê aliyên herêma Kobanê berdewam in. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê topeke hawanê avêtin devereke sivîlan. Di encamê de welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest da û welatiyekî din jî birîndar bû.
(zt)
