Li eniyên Kobanê çalakiyên YPG: 55 çete hatin kuştin

12:11

JINHA


KOBANÊ - Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku yekineyên wan şevê din li rojhilat û başûr-rojavayê Kobanê  li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor li darxistine û di encamê de 55 çete hatin kuştin, tirimpêlek doçka barkirî û tirimpêlek leşkerî hatine rûxandin. Navendê her wiha destnîşan kir ku li herêma Cezaa jî bersiva êrîşên çeteyan hatiye dayîn û gelek çete hatine kuştin.


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê  yên di 24 seatên dawî de li herêma Kobanê û Cezaayê pêk hatine û çalakiyên YPG’ê de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin wiha ye.


“Hêzên me êrîşên çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne têk dibin û bi operasyonan derbeyên mezin li wan dixin. Çeteyên DAIŞ'ê şevê din, li gundê Kozika yê Rojhilatê Kobanê, ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de tank, top û çekên giran hatin bi kar anîn. Hêzên me bersiva tund dan çeteyan û derbeyên mezin li wan dan. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û wesayitek doçka barkirî hat rûxandin.


Dîsa li heman eniyê, li gundê Şêranê, şervanên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de qasî ku hate zelalkirin 8 çete hatin kuştin.


Hêzên me şevê din saet 24.00'an de li gundên Mumanê Minazê yên li başûr-rojavayê Kobanê li hemberî çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, operasyonek pêk anîn. Divê operasyonê de li gundê Minazê 4, li gundê Mumanê jî 4 noqte hedef hatin girtin. Di encama operasyonê de herî kêm 36 çete hatin kuştin û wesayitek leşkerî hat rûxandin.


Şevê din li rojhilatê Cezaa li girê Sefanê ku dikeve nava sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ'ê hewldan ku êrîş bikin. Lê belê şervanên me bersiv dan û gelek çete hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”


(zt)