Hat îdiakirin ku li Şirnexê jina ciwan întihar kiriye

12:23

JINHA


ŞIRNEX - Hate îdîakirin ku li navçeya Silopî ya Şirnexê jina bi navê L.U. ya 21 salî û destgirtî ji ber sedemeke nayê zanîn întîxar kir. 

Hate îdîakirin ku li taxa Barbaros a navçeya Sîlopî ya Şirnexê serê sibê jina bi navê L.U. ya 2 mehe destgirtiye întîxar kir. Li gorî agahiyan L.U. serê sibê ji endamên malbatê re got, "tu kes heya du seatan min nerihet neke ez dê bi destgirtiyê xwe re biaxivim" û derbasî odeyê û deriyê odeyê qifil kir.
 Di vê navberê de L.U. ji odeyê derneket û piştî endamên malbatê bang lêkirin û bersiva wê negirtin endamên malbatê deriyê odeyê şikandin û ketin odeyê û dîtin ku jina ciwan xwe bi banê odeyê ve darvekiriye. Piştî agahî dan polîsan Serdozgerê Komarê yê Sîlopiyê bi polîsan re hate malê û lêkolîn kirin û têkildarî întîxarê de lêpirsîn da destpêkirin.

Cenazeyê L.U. ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê û piştî karên otopsiyê li Goristana Asrî ya Sîlopiyê hate definkirin.

(zt