Namzeta Tevgera Goran Lane Ebdula li Hewlêrê hat kuştin

12:45

JINHA


HEWLÊR - Namzeta Tevgera Goran Lane Ebdula li nêzîkî mala xwe ya li taxa Rastî ya bajarê Hewlêrê hate kuştin.


Hat zanîn ku li bajarê Hewlêrê yê başurê Kurdistanê Namzeta Tevgera Goran Lane Ebdula li ber derê mala xwe ya li taxa Rastî bûye hati kurştin. Tê îdia kirin ku Namzeta Tevgera Goran Lane Ebdula ya 39 salî serê sibê dema ku ji mala xwe derket ji aliyê kesek din yê ji Tevgera Gorane ve hat kuştin. Lane di hilbijartinên parlemana Îraqê ya 21’ê Îlona sala 2013’an weke Namzeta Hewlêrê hatibû nîşandan. Berdevkê Polîsê Hewlêrê ragihand ku ev bûyer bûyerek siyasiye. 


(zt)