Li Silêmaniyê jinek ciwan xwe kuşt

13:02

JINHA


SILÊMANIYÊ - Li navçeya Dukanê ya  Silêmaniyê jinek 33 salî xwe kuşt. Piştî bûyerê cenazeyê jina ciwan rakirin Nexweşxaneya Dadwerî ya Silêmaniyê.


Li navçeya Dukanê ya bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê jinek cihan xwe kuştiye. Hat hînbûn k udi saetên serê sibê de jinek ciwan ya 33 salî û navê wê nehat zanîn di mala xwe de bi demanceyê xwe kuştiye. Dema ku derdor bi bûyerê hesiyane agahî dane peyîwendîdaran. Heya peyîwendîdar hatine cihê bûyerê jina ciwan jiyan xwe ji dest daye. Cenazeyê wê ji bo lêkolînê şandin Nexweşxaneya Dadweiya Silêmaniyê.


(zt)