Li sînor çalakî berdewam e

13:36

JINHA


RIHA - Bi hezaran kesan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û bêdengiya Tirkiyeyê şermezar dikin li ser xeta sînorê Kobanê û Pirsûsê çalakiyên xwe didomînin. Bi hezaran kesên bi rojanin li ser sînor nobetê digirin bertekên xwe bi meşekê anîn ziman û zîncîra mirovan çêkirin. Bi hezaran kesên dixwazin biçin sînor ligel astengiya leşker û polîsan di rê de ne.

Bi hezaran welatiyên ji bo gelê Kobanê yên bi rojane li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan didin li sînor nobetê digirin li gundên Elîzer û Dewşenê zîncîra mirovan pêk anîn. Parlementera Wanê Aysel Tugluk, parlementerên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim jî tevlî meşê bûn û piştî meşê Gulser Yildirim daxuyanî da da çapemeniyê.

Dema mijar dibe kurd...

Yildirim balkişand ser guleyên hewanan ên dikevin gundên Pirsûsê û wiha got: "Heke li her du aliyan ji bilî gelê kurd gelek din li wir ba û rastî bombeyan hatî Serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKP'ê dê seferberlîk îlan kiriba û rêgezên angajmanê xistiban dewreyê. Lê dema mijar dibin kurd tu rêgez nayên bikaranîn. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo em ji vir biçin bombeyên hewanê diavêjin me. Gelê Kobanê bi hêza xwe ya cewherî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya gelek welatên cihanê berxwedana xwe didomîne. Dewlata tirk tank û topên ji çeteyên DAIŞ'ê re şandin hêj diveşêrin."

'Sînorê hûn jê re dibêjin nasmûs bombebaran dikin'

Yildirim, bertek nîşanî rayedarên hikûmetê yên derbarê Parlementera Wanê Aysel Tugluk a ku kevirî avêtî leşkeran jî da û wiha axivî: "Di dema êrîşê polîsan de kevir avêtina Tugluk mezin kirin û ji bo sînor pênaseya 'namusê' dikin. Sînorê hûn jê re dibêjin namûs du rojin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê bombebarankirin. Bi dehan welatiyan re leşkereke we jî birîndar bû. Malên gundan hatin hilweşandin. Heke namus be ferm çeteyên DAIŞ'ê sînor binpê dike."

Li Elîzerê zincira mirovan 

Bi sedan kesên li gundê Elîzerê ya rojhilatê Pirsûsê ye zincira mirovan pêk anîn dirûşma "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Piştî çalakiya zincir mirov li cem hev rêz bûn û YPG nivîsandan.

Ên wesayîtan dibînin diherikin sînor

Li navçeya ku esnafan derebeyên dikanên xwe venekirine bi wesayîtên ku dibînin ve diherikin ser sînor. Lê derketina Pirsûsê de , li ser riya Murşîtpinarê polîs û leşkerên noqteya lêgerînê danîne bi hinceta "ev rê girtiye" wesayîtan paşve vedigerînin. Bi hezaran kesên ji navenda navçeyê bi riya Akçekale û Bîrecûkê dixwazin biçin ser sînor jî di ketina gundê Etmanîkê ji aliyê polîs û leşkeran vê tên rawestandin. Welatiyên ku wesayîtên di rê de dihêlin ji zeviyan ber bi gundê Etmanîka Jor ve dimeşin. 

Li her derê astengî 

Li bajaroka Alîgorê ya Pirsûsê jî welatiyên dixwazin piştgiriyê bidin berxwedana sînor ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Destûrê nadin gel derbasî Pirsûsê bibin, li aliyê din welatiyên ku ji Tirkiya û bajarên Kurdistanê tên jî di derketina bajarên ku jê tên ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. 

(zt)