Çeteyên DAIŞ'ê 2 topên hawanê avêtin rojnamegeran

13:39

JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê ku 2 roj in qadên sivîl bombebaran dikin vê carê topên hawanê davêjin rojnamegeran. Dema ku rojnameger weşana zindî dikirin 2 topên hawanê li nêzî wan ketin.

Çeteyên DAIŞ'ê vê carê topên hawanê avêtin qada ku rojnamger lê weşana zindî dikirin. Li nêzî Parka Şah Suleyman ku nêzî Deriyê Sînor ê Serxetê ye weşana zindî dihat kirin çeteyan 2 topên hawanê avêtin wir. Topên hawanê yên ku li erdê vala yê nêzî qadê bû dûman rabû. Di vê êrîşê de kes birîndar nebû. 

(zt)