Kilîpa Hunermend Çopî ya bi navê Serbestî derket
13:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend a Kurd Çopî Fetah kilîpek nû ya bi navê ‘serbestî’ belav kir.
Hunermenda kurd Çopî Fetah kilîpek nû ya bi navê “Serbestî” belav kir. Gotinên wê kilîpa Çopî ji aliyê Dr. Kemal Mîrewdelî ve hatiye wergerkirina kurdî û ji aliyê Hunermend Mîran Mîranî ve awaza wê hatiye qeyîdkirin. Çopî di derbarê belavkirina kilîpa xwe de wiha dibêje: “Ez bang li hemû kurdan dikim ji bo azadiya Kurdistanê bibin yek. Ez hêvîdarim gelê kurd şoreşger û berxwedêrên Kobanê bi tenê nehêlin. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê di tewînim. Hêvîdarim ezmûna li Şengalê li tu aliyên dinê yên Kurdistanê neyê jiyîn.”
(zt)

