Li tevahî xeta sînor mudaxeleya leşker û polîsan
16:20
JINHA
RIHA – Ji ber qedexekirina mitînga ku dê ji bo piştevaniya barxwedana gelê Kobanê ya li hemberî çetyên DAIŞ’ê li Pirsusê hatibana lidarxistin li tevahiya sînor welatiyan dest bi çalakiya nobetê kirin. Li tevahiya xeta sînor leşker û polîsan dest bi mudaxeleyê kirin.
Lig elek herêmên xebata sînor ji ber betalkirina mitînga Pirsusê ya ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê welatiyan dest bi çalakiya nobetê kirin û li hemû xeta sînor leşker û polîsan mudaxelekir. Li gundê Edmanikê welatiyan daxuyanî dan û zincîra mirovahiyê çêkirin. Leşkeran êrşî gel kirin û heya gundê Dewşenê mudaxele berdewam kir. Li gundê Dewşenê jî leşker û polîsan mudaxeleyî welatiyên di çalakiyê de kirin. Çalakvanan jî bersiv dan wan. Bi hejmarek zêde TOMA, wesayîtên zirxî û kirpî êrîşa ser gel berdewam dike. Her wiha li gundê Bêdhê jî êrîş berdewam dike.
Li tevahiya xeta sînor mudaxeleya leşker û polîsan ya ser gel berdewam dike.
(zt)

