Polîs welatiya kobanî bi giranî birîndar kir

18:26

JINHA


RIHA - Polîs û leşker li gundê Edmanîkê êrîşî welatiyan kirin û di encama êrîşê de welatiya ji Kobanê Cemîle Suleyman birîndar bû.

Şerê li Kobanê ku dijwar dibe polîs û leşker jî li ser sînor êrîşî gel dikin. Polîs û leşker li gundê Edmanîkê yê Pirsûsa Rihayê bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir. Di encama êrîşê de Cemîle Suleyman (24) bi bombeya gazê birîndar bû. Cemîle Suleyman ji hêla şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr ve gihand ambulansê û ji wir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji ber rewşa wê xetere bû ji wir rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Haranê. 

(zt)