'Keça Koçer ya çiyayan Çîçek Botan me bêriya te kiriye'
09:36
Beritan Elyakut / JINHA
ŞIRNEX – Di 28’ê Îlona sala 2011’an de balefirên şer yên TSK yê li hêrmên parastina medyayê bombebaran kirin. Di wê bombebaranê de Endam Konseya Leşkeri ya HPG’ê Guhar Çegirgan (Çîçek Botan) li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Birayê Çîçek Bejnar Çagirgan diyar kir ku tenê armanca Çîçek ewbû beşdarî nava refên PKK’ê bibe û ji bo welatê xwe şer bike û got: “Dema ku Çîçek tuştekê bixe serê xwe divê kiriban. Dema kum e xebara şihadeta wê bihîst em gelek xemgîn bûn. Bila serê Serok Apo, gerilla û hemû gelê kurd saxbe. Keça koçer ya çiyayî Çîçek Botan em bêriya te dikin.”
Di 28’ê Îlona sala 2011’an de balefirên şer yên TSK yê li hêrmên parastina medyayê bombebaran kirin. Di encamê de Endama Konseya Leşkeri ya HPG’ê Çîçek Botan (Guhar Çagirgan) li gel Endamê Konseya KCK’ê Rûstem Cudî û Endamê Konseya Leşkeriya HPG’ê Alîşêr Koçgirî jî din av de 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan. Çîçek di sala 1975’an de li Mezraya Kavirkir ya gundê Civibre yê girêdayî navçeya Şirnexê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Çîçek hîna 11 salî bû yekem car hat girtin, zordarî û îskenceya dewletê dît. Tundiya ser Çîçek ne tenê ji aliyê dewletê ve her wiha ji aliyê eşîretê ve jî hebû. Dema ku Çîçek ji girtîgehê derket li gorî berê hîna ew di landikê de malbatê pîlankiribû dê bi kurê mamê wê re zewicandibana. Çîçek hem li hemberî îskenceya ji dewletê dîtî û hem jî li hemberî toreyên civaki yên hişk biryara tevlîbûna nava refên PKK’ê da. Di sala 1989’an de li zozanên Çemê Karê yê girêdayî navçeya Berwari ya Sêrtê tevlî nava refên PKK’ê bû. Birayê Çîçek Ali Çagirgan jiyan Çîçek ya beriya tevlîbûna nava refên PKK’ê nasîbûna wê ya PKK’ê û dema beşdarî nava PKK’ê bû paşê hemû vegot. Ali da zanîn k udi nava eşîra Kiçan de Çîçek jina yekem bû beşdarî nava refên PKK’ê bûyî. Ali destnîşan kir ku dem adi wan pêvajoyan de lawê xaltiya wî Piling beşdarî nava refên PKK’ê bûyî wê demê wan texmîn dikir dê Çîçek jî biçe û wiha got: “Ji ber her dem hiş û mejiyê Çîçek ser PKK’ê bû. Dema ku Çîçek PKK nas kir gelek ji kurahiya dil wan eciband. Wê demê ji bo pîrozbahiya Newrozê meş hat kirin û bi hezaran welatî beşdarî wê meşê bûn. Yek ji wan jî xwişka min bû.”
‘Tenê armancek ya min heye: Ji bo welatê xwe şer kirin’
Birayê Ali hewil dide bîranînên xwe yên li gel Çîçek parvebike. Ali anî ziman ku dema Çîçek di sala 1989’an de tevlî nava refên PKK’ê bû din ava malbata ku dê bi kurê wan re zewicîbana û tevayî eşîreta wan de bû sedema ne razîbûnan û pirsgirêk mezin kirin û wiha domand: “Çîçek çu zozanan. Ez jî daketim nava bazarê. Paşê Çîçek hat gel min û got: ‘Ezê tuştekê ji bot e bêjim.’ Min jî got: ‘Bêje.’ Got: ‘Ezê biçim gel hevalan.’ Dema ku dît ez gelek ketim telaşê tirsiya û hem weke henek kiriye ez ser de birim û mijar girt. Lê di payîzê de Çîçek tevlî nava PKK’ê bû. Şevekê ez çum gel wê min pirsî ‘Rewşa te çawaye.’ Ji bom in got: ‘Ez ne ji ber tu pirsgirêkan beşdar nebûme. Tenê armancek ya min heye. Ew jî weke kurdekê beşdarî nava PKK’ê bûyîn û ji bo welatê xwe şerbikim.”
‘Beriya niha 20 salan hişmendiya dewletê çîbû îro jî ewe’
Ali derbirî ku piştî beşdarbûna Çîçek nava refên PKK’ê 4 salan dewletê hewanek danî mala xwişka Çîçek Leyla Çagirgan ya li Cizîrê dima. Di encamê de mal hemû hat xwarê Leyla li gel hevserê xwe zarokên xwe û hemû malbatan xwe bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha berdewam kir: “Berî niha 19 salan xwişka min Leyla li gel malbata xwe bi hewanên dewletê hatin qetilkirin. Çîçek jî bi êrîşên dewletê yên hewayî jiyana xwe ji dest da. Berî niha 20 salan hişmendiya dewletê çî bû îro jî ewe.”
‘Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê têbikoşin’
Birayê Çîçek Bejnar Çagirgan jî balkişand ser êrîşên dewletê yên hewayi yên di sala 2011’an de û di encamê de Çîçek li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî û wiha got: “Heya Serokê me azad nebe emê tucarî azad nebin. Serê me bilinde û emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê tekoşînê bikin.” Bejnar diyar kir k udi dema beşdarbûna Çîçek ya nava refên PKK’ê de ji bo eşîretê gelek ecêb hat û wiha domand: “Dema ku Çîçek tuştekê bixe serê xwe divê kiriban. Dema kum e xebara şihadeta wê bihîst em gelek xemgîn bûn. Bila serê Serok Apo, gerilla û hemû gelê kurd saxbe. Çîçekek çu herî kêm bi hezaran Çîçek hatin. Em gelek bêriya te dikin keça koçer ya çiyayî.”
‘Bila bi xêr be…’
Dayîka Çîçek Fadile Çagirgan jî qala dîtinên xwe yên dema dawiyê keça xwe Çîçek dîtî û tevlîbûna wê di sala 1989’an de li Çemê Karê kir û wiha got: “Li wê keça min got: ‘Dayê ez diçim.’ Min jî pirsî:‘Tu kude diçê?’ Wê cardin ji bom in got ‘Ez diçim.’ Dema ku wiha got ez giriyam. Dema ku keça min dît ez giriyam ji bom in got: ‘Dayê min henek kir.’ Paşê rojekê min bihîs ku Çîçek çuye tevlî nava refên PKK’ê bûye. Dema kum in vê xeberê bihîs min got: ‘Bila bi xêr be.”
(zt)

