Çîroke jiyana 42 salan ya ji berdêliyê ber bi siyasetê ve

10:45

Sevcan Atak/JINHA


İZMİR – Emîne Aşkara ya ku dayîka 4 zarokane li girtîgeha girtîgeha Jinan ya Girtiya Şakranê tê girtin. Emîne hîna di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin û di zarokatiya xwe de bûye xwedî zarok. Emîne çawan beşdarî nava xebatên BDP’ê bûyîbû û çawan ket girtîgehê vedibêje.


Çîroka û tirajediya jiyana Emîne Aşkara ya 42 salan ya din ava xwe de bilindbona tekoşînê dihewîne dikare bibe mijara romenê. Her dem jinên serhildêr ji aliyê dewletê û hişmendiya mêran ya ku bi pergala dewletê xwe didin jiyan kirin ve tên ceza kirin. Li Tirkiyê jî jinên li hemberî bê mafiyê serî radikin cihê wan girtîgehe. Bi hezaran jinên li mafê xwe digerin hatine avêtina girtîgehan. Lê wan jinan di hindirê girtîgehan de jî jiyanek nû avakirine. Yek ji van jinan jî Emîne Aşkara ya 42 salî dayîka 4 zarokane di sala 2011’an de hatiye girtin û li Girtîgeha Jinan ya Girti ya Şakranê dimîne. Dayîka Emîne li gundek yê girêdayî Sêrtê hatiye dinê. Emîne hîna di temenê biçuk de bi berdêl tê zewicandin. Emîne wiha çîroka xwe vedibêje: “Hîna ez zarok bûm zarokamên min çêbûn.”


‘Gelo berdêl bedela çîne’


Emîne wiha qala çîroka jiyana xwe dike: “Ez li gundek yê durî Sêrtê hatime dunyayê. 4 xwişk û birayek yê min heye. Ez zaroka diya xwe ya herî mezinim. Hîna ez 13 salî bûm min diya xwe wenda kir û ez neçar mam li xwişk û birayên xwe binêrim. Tuşta kum in jiyan kirî êşên ku weke divê jin jinan bikin û ew êş mafê jinanbû. Piştî mirina diya min demeke kin ez ji bo birayê min kirim berdêl. Ez berdêla çî bûm min pir nedizanî û ez tênedigirhştim. Tenê tuşta min dizanî ji ber ez jinim ezê ji bo birayê xwe fedekariyekê bikim. Piştî zewaca min mehekê hevserê min hewî ser min anî. Di yekem sala zewaca min de keçek ya min çêbû. Ji ber ez gelek biçuk bûm min ne berdêlî, ne zewac, ne hewî û ne jî xwedîkirina zarokan ne dizanî. Tuştên min jiyan kirî ez têne digihiştim. Hewiya min jî mîna min biçuk 14 salîbû. Em her du jî yên bi heman erkî yan jî ji bo heman karî di malekê de hatibûn girtin. Tenê tuşta me dizanî ji bo heman mêrî xizmet kirin, zarok anîn û bi qedera xwe razîbûn bû.”


‘Her roj ser mala me de digirtin’


Emîne diyar kir k udi malê û nava civakê de ve jiyan dikir û ser de jî her roj rastî tundiya dewletê dihat û wiha domand: “Di wan salan de ji ber cerdevan di gundê me de hebûn em di bin tundiyek mezin debûn. Di gund de malê malbatên ne cerdevan di şewitan din û ew der dixistin ji gund. Wan salan salên şer giranbûn. Li her derê şer û pefçun hebûn. Ji ber wê rewşê me koçeran jî nedikarî em derkevin zozanan û tuştek em pê debara xwe jî bikin tunebû. Em koçerên çiyan û gundiyên nava gundan hemû neçarman hatin navenda Sêrtê û me hewil da em jiyana xwe li wê berdewam bikin. Lê li wê jî dewletê j ime ne digeriya. Gund hemû şewitandin gundî hemû koçber kirin û mirov kirin muhtacê nanekê. Her roj bi hincetên cuda ser malên me de digirtin û faîlên kiryarên wan ne diyar çêdibûn. Ji bo çavê gel bitirsînin dewletê her tuşt dikir. Her roj ser malên me de digirtin. Diz anîn di aliyê madî de rewşa me gelek xirabe, ji ber wê jî dema ser malê de digirtin erzaqên me hemû dixistin nava hev û tanîn rewşa êdî neyê xwarinê.”


‘Em her du jin me hewil dida ya em jiyan dikin têbigihin’


Emîne ji bo zoriyên din ava malbatê de jî wiha berdewam kir: “Di wê navberê de zaroka min çêbû. Êdî ez xwediyê du zarokan bûm. Hevserê min hat girtin. Em her du jin jî ji bo piştevaniya hevserê xwe tevlî nava xebatên siyasiyên nava taxan bûn. Din ava xebatên rêxistinê de me her du jinan jî hewildida ya em jiyan dikin têbigihin. Di serê min de pirsên weke berdêl, zewaca di temenê biçuk de, hewî, xizmet kirina du jinan ji bo yek mêrî çêdibûn. Em her du jî diçun partiyê û dihatin. Lê piştî girtina hevserê me em zêdetir diçun û di hatin. Em beşdarî nava xebatan bûn, diçun malên gel û di hatin. Ev weke jin ji bo jiyana me bû alîkariyek. Bi tayîbetî jî dema me jinên weke xwe yên bûyîn qurbanê hişmendiya mêran û tureyên civakî dîtin me dît em ne bi tenê ne û hîn zêdetir em ketin di ferqa hişmendiya serdestiya mêran de. Ji ber wê jî ez û hewiya xwe em li hemberî tundiya hevserê xwe rabûn û êdî me ne dipejirand. Piştî hevserê min ji girtîgehê derket ji bom e got: ‘neçin partiyê.’ Lê me ne pejirand, hem me karê xwe dikir û hem jî mala xwe bi rêve dibir.”


‘Me ne li hemberî hevserê xwe û ne jî li hemberî dewletê serî ne çemand’


Emîne balişand ser jiyana xwe ya girîtgehê û wiha dom kir: “Piştî hevserê min ji girtîgehê derket demekê di sala 2008’an de ji ber ez beşdarî daxuyaniyekê bûyîbûm hetim girtin. Ez wê demê 6 mehan di girtîgehê de mam. Li gorî ku ez siyasî jî bûm lê bi zorê ez din ava edliyan de hêlam. Di xwesin min bitirsînin û bixin. Lê min ne li hemberî tundiya dewletê û ne jî ya hevserê xwe serî ne çemane. Di dawiyê de di sala 2011’an de 4 zarokên em yên di temenê biçuk de nikarin li xwe binêrin li peyî me man û ez û hevserê xwe bi hev re ji doza endambûna rêxistinê ketin girtîgehê. Hewiya min li zarokên min dinêre. Piştî em hatin girtin salekê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê man. Paşê ji dervayî daxwaza me ez û hevaserê min bem sirgunî Girtîgaha Şakranê kirin. Em ji zarokên me dur kirin û zarokên me nikarin bên hevdîtina me. Hîna girtina me têr nedikir vêcarê jî em kirin mexdurê sirgûnê. Her çendî niha hinekî zarokên min başbûne lê ji ber ev du salin em li vêderêne û zarokên min nikarin bên hevdîtina me zoriyan dikêşin. Di vêderê de bûyîna min di aliyê derunî de gelek zarokên min bandor dike. Divê bizanin ji derveyî berxedanê û tucarî serî ne çemandinê çare nîne. Divê bizanin bi vîn û rengê xwe jiyanê xweşik bikin.”


 (zt)