Li sê eniyên Kobanê şer didome
11:14
JINHA
KOBANÊ - Ji şevê din heta niha li rojava, başûr û rojhilatê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê şer bi dijwarî didome. Di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û tankeke çeteyan hat rûxandin. Her wiha şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Menazê yê li başûrê Kobanê tangek çeteyan rûxandin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî herêma ku ji 15'ê îlonê ve destpê kiribûn, di roja xwe ya 16'emîn de bi dijwarî didomin.
Ji şevê din heta niha li aliyên rojava, başûr û rojhilatê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer didome. Çeteyan hewl dan ji gundê Kazkan ê li rojhilat êrîş bikin û rastî besivdayîna şervanên YPG'ê hatin û pevçûn derketin. Şervanên YPG'ê ji çeteyan re kemînek danîn û têde bi dehan çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku êrîşî gundê Seftikê yê li rojavayê herêmê bikin. Şervanên YPG'ê bersiva çeteyan dan û pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û çeteyên din neçar man ku paşde vekşin. Çeteyan piştî ku derbe xwarin hewl dan êrîşî girê gund bikin û li wir şerekî dijwar gelek saetan hat jiyîn. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û çete ji gir hatin dûrxistin.
Şevê din li girên Menazê yê li başûrê herêma Kobanê di navber şervanên YPG'ê û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar derketin. Çeteyan tank û çekên giran bikar anîn û heta niha bi dehan çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne. Her wiha li girên Menazê tankeke çeteyan hat rûxandin. Pevçûn heta niha didomin.
Tankek hate rûxandin
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê girtine, îro li gundê Menazê yê li eniya başûrê Kobanê di navbera çeteyan û YPG’ê de şerê dijwar rû da. Hate diyarkirin ku saet derdora 10.00’an de tangek çeteyan hatiye rûxandin. Pevçûnên li herêmê didomin.
Şevêdin jî li girê derdora gundê Menazê tangek çeteyan hatibû rûxandin. Li derdora gundê Kol Metê yê li başûrê herêmê şervanên YPG'ê û hêzên Navenda Volkan El-Firat bersiva êrîşa çeteyan dan û bi dehan çete hatin kuştin. Di şer û pevçûnên li hersê eniyên Kobanê 5 şervanên YPG'ê û 4 şervanên Artêşa Azad jiyana xwe jidest dan.
Li Rebîayê baregehên çeteyan hedef hatin girtin
Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku şevê din li derdora bajaroka Rebîa şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar heta vê sibê rû dan. Derbarê ziyanên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Li aliyekî din balefirên koalîsyona navnetewî îro berbangê hin baregehên çeteyên DAIŞ’ê li gundên Kenho, Misterîha û Kenanê yên başûrê bajaroka Cezaayê hedef girin.
(zt)
