Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cardin hate taloqkirin

11:18

JINHA


ENQERE - Hevdîtina Rêbêrê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi heyeta HDP'ê re ku diviya bû îro pêk hatiba cardin hate taloqkirin. 

Li gel ku di pirsgirêka kurd de niha konaxek kritîk heye, hevdîtina heyeta HDP'ê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re cardin hate taloqkirin. Ji hevdîtina ku yekşema borî bi hinceta "Muxalefeta hewayî" ji bo îro hatibû taloqkirin re vê car jî destûr nehate dayîn. Hate hînbûn ku rayedaran ji bo hevdîtinê soz dane ku hevdîtin di 1'ê cotmehê yanî sibê pêk were. 

Di vê navberê de, beriya niha rayedarên KCK'ê daxuyaniya "Tu wateya pêvajoya çareseriyê û agirbestê ji bo me nemaye" kiribûn. Ev jî bûbû sedema nîqaşên "Pêvajo xitimiye". Ji ber van geşedanan guhê raya gişti li daxuyaniya Abdullah Ocalan bû. Daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê çarenûsa pêvajoya çareseriyê diyar bike. 

(zt)