Selahattîn Demîrtaş ji bo berxwedana Kobanê li Pirsûsê ye
11:24
JINHA
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku bi rojane pevçûn û berxwedan lê dijwar in.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi ramanca piştgiriyê bide berxwedana Kobanê hate navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya ji 15'ê îlonê heya niha çalakî lê tên lidarxistin. Selahattîn di saetên sibê de li herêma Alîgor a Pirsûsê ji aliyê endamên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin û pişt re derbasî avahiya DBP’ê ya li navçeyê bû. Selahattîn li vir parlamenter, rêveberên partiyê û hevşaredarên partiya xwe re civîn pêk anî. Li bendê ye ku Selahattîn welatiyên li sînro nobeta berxwedanê li dar dixin û deriyê sînor ziyaret bike.
(zt)

