Îdiaya ku birîndarên çeteyan bi wesayîtan tînin

11:27

JINHA


RIHA – Şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li gundê Merdisimêlê derketiye bi dijwarî didome. Piştî teqîna ku serê sibê rû da 5 wesayîtên ku yek jê plaqeya Sûriyeyê bû hatin Pisûsê. Hate ragihandin ku bi wan wesayîtan çeteyên birîndar anîne.

Şerê ku bi rojane li gundê Merdisimêlê derketiye didome. Li gundê Merdisimêlê seat di 09.00'an de teqînek rû da. Piştî teqînê 5 wesayîtên ku yek jê li pêşiya wê plaqeya Sûriyeyê hebû ji gundê Merdismêlê derbasî Serxetê bûn û di ber qereqolê de derbasî Pirsûsê bûn. Welatiyên ku li gundê Behdê nıbeta berxwedanê digirin xwestin wesayîtan rawestînin. Lê belê ajokaran wesayît bi ser welatiyan de ajotin û derbas bûn. Welatiyan jî bi keviran êrîşî wesayÎtan kirin. Hate zanîn ku wesayît ber bi Pisûsê ve çûn. 
Hate îdiakirin ku di wesayîtan de öeteyên ku ji hêla şervanên YPG/YPJ'ê ve hatine birîndarkirin hebû. Çeteyên birîndar ji hêla polîs û leşkeran ve derbasî vî aliyê sînoar hatine kirin û wan birine nexweşxaneyê. Hate ragiahndin ku çeteyên birîndar birin nexweşxaneyên taybet ên Riha û Dîlokê. Nasnameyên birîndaran ji hêla rayedarên nexweşxaneyan ve tên veşartin.

(zt)