Meysa Ebdo: Gelê Kobanê berxwedaneke dîrokî dimeşîne

11:45

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandara HêzênYPG/YPJ’ê Meysa Ebdo  derbarê berxwedana Kobanê û geşedanên dawî yên herêmê ji qenala MED NÛÇE re axivî û got: “Gelê me ku niha berxwedaneke bê hempa dimeşîne dikare êrîşên çeteyan bişkîne.” Meysa bal kişand ku Kobanê nunertiya vîn, jiyana azad, hebûn û têkoşîna gelê Kurd dike.


Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Meysa Ebdo di destpêka axaftina xwe bi qenala MED NÛÇE re derbarê êrîşên li dijî herêma Kobanê de axivî û diyar kir ku niha li her sê aliyên herêmê ku rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tên, berxwedaneke bê hempa tê meşandin. Meysa derbar helwesta YPG/YPJ'ê de li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de wiha anî ziman: “Helwesta me li hemberî van êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê, berxwedan e.”


‘Berxwedana wan dê hemû pilanên li dijî gelê Kurd vala derxe’


 Meysa diyar kir Kobanê destanên lehengiyê ku mirov nikare bi gotinan bîne ziman pêşkêş dike û bal kişand ku Kobanê tê wateya vîn, jiyana azad, hebûn, têkoşîn û vala derxistina pilanên hêzên tarî ye. Meysa derbarê berxwedana hêzên YPG’ê de wiha got: “Berxwedana me niha di bilinditirîn astên xwe de ye, şervan û cangoriyên me hene, berxwedana wan dê hemû pilanên li dijî gelê Kurd vala derxîne û hêza me ya ku her dem şehîdan dide dê Kobanê biparêze.”


‘Êrîşa li dijî herêma Kobanê pilaneke ya şikandina vîna gelê Kurd’


Meysa berxwedana Kobaniyan wekî berxwedaneke dîrokî bi nav kir û wiha axaftina xwe domand: ”Gelê Kobanê berxwedaneke dîrokî dimeşîne, Kobanî ti carî dev ji axa xwe bernadin û tevî topbarana çeteyan li bajêr berxwedana xwe didomînin û gelê ku riya berxwedanê pejirandiye, helbet serkeftin dê para wê be.” Meysa da xuyakirin ku helwesta Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê bi serkêşiya Amerîka hê jî nediyar e û ev tişt anîn ziman: “Gelê me û berxwedana wê, berxwedana şervanan û gelê li ser sînorê Bakur û li Ewrûpa mitîngan li dar dixin dê rê li ber van êrîşan bigire. Êrîşa li dijî herêma Kobanê pilaneke ku şikandina vîna gelê Kurd û tevahiya gelên Rojava armanc digire ye.”


Meysa anî ziman ku hêzên navnetewî li benda ku DAIŞ di du rojan de Kobanê dagir bike  bûn ji bo wê demê derbasî pirsgirêkê bibin û Kurdan wek hêzeke zeîf ji dinyayê re nîşan bidin û wiha pêde çû: “Bi berxwedana gelê Kobanê ev hêviya ku ji çeteyan dikirin pêk nehat.”


Fermandara YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hêzên kurdî li hember êrîşên çeteyan û wiha bi dawî kir: “Hêzên kurdî yên ku heta niha li hember van êrîşan bêdeng dimînin. Bi vê bêdengiya xwe piştgiriyê didin çeteyan û êrîşên wan.”


(zt)