3 hezar 500 kesên din derbasî Kobanê bûn

11:46

JINHA


RIHA – Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê bi top û fuzeyan êrîşî gundên Bakûrê Kurdistanê dikin jî, vegera welatiyên Kobanê ya ji Bakûr didome. Tenê duh heta êvarê 3 hezar û 500 kes ji bo derbas bibin hatin deriyê sînor.


Li aliyekê êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê û berxwedana YPG/YPJ didomin, li aliyê din bi hezaran welatiyên ku zarok û mirovên xwe yên pîr biribûn Bakûrê Kurdistanê, ji bo ku li dijî çeteyan şer bikin dîsa vedigerin Kobanê. Çeteyên ku li dijî YPG’ê û xwedîderketina gelên Rojava û Bakûr xwe ranagirin û derbeyên mezin dixwin, vê carê bi fuze û topên hawanê êrîşî dikin, lê gel paşve gav na avêje. Tenê duh ji serê sibehê heta êvarê 3 hezar û 500 welatî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar (Kobanê) re derbasî Kobanê bûn.


 Welatiyên ku piraniya wan ciwan bûn, piştî ku leşkeran nasnameyên wan kontrol kirin, kom bi kom derbasî Kobanê bûn.


(zt)