Reyhaneh Jabbari ya ku tecawîzcî kuştî dê sêbê bê darvekirin!

12:06

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê Dekorator Reyhaneh Jabbarin ya 26 salî ji ber tecawîzciyek qetilkiriye cezayê îdamê girtiye û dê sibê bê îdam kirin.


Di sala 2007’an de dema Reyhaneh Jaddari hîn 19 salî bû îstexbaratciyê berê Morteza Abdolali wê ji bo dekoreya hindirê ofîsa xwe digire kar û paşê wê vedixwîne mala xwe. Dema ku Reyhaneh diçe mala wî Morteza êrîşî ser wê dike. Ji bo ku Reyhaneh xwe biparêze îstixbaratciyê berê Morteza dixe ber kêran. Ji ber Reyhaneh tecawizcî qetilkir cezayê îdamê girt.


Li Îranê cezayê îdamê dayîna jina bi navê Reyhaneh gelek rêxistinên jinan xist nava tevgerê. Rêxistinên jinan xwestin ew cezayê îdamê bê rawestandin û Reyhaneh serbest bê berdan. Piştî cezayê dardekirinê Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Mafê Mirovan mijar li ber çavan ne girtin jî balkêşe.  


 (zt)