Li sînor li hemberî kesên hatin binçavkirin îşkenceya alê

12:45

JINHA


RIHA  - 55 welatiyên duh di êrîşa polîs û leşkeran de hatin binçavkirin, hate ragihandin ku di bin çavan de bi zêr zextên alê bidin maçkirin pêk hatiye.

Duh li hemberî welatiyên li gundên Etmanik, Dewşen, Bedhê û Qopê yên li ser sînorê Kobanê û naçveya Pirsûsê ya Rihayê nobet digirtin êrîşa leşker û polîsan pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin. Hemû kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. 55 kesên birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê, 31 kes piştî îfadeyan li midûriyetê serbest hatin berdan û 24 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 24 kes jî serbest hatin berdan. Hate ragihandin ku polîsan di binçavan de hewil da bi zorê ala tirk bi kesên hatin binçavkirin bide maçkirin. Hate îdîakirin ku li hemberî kesên hatin binçavkirin zextên bi zorê bên cem hev û heyî û stêrkê çêbikin pêk anîn.

(zt)