Bîlaçoya êrîşa leşker û polîsan: 25 birîndar

13:01

JINHA


RIHA - Di encama êrîşên polîs û leşkeran ên li hemberî welatiyên li ser sînor nobeta berxwedanê digirin yên duh û îro de 25 kes bi bombeyên gazê û guleyên plastîk birîndar bûn.

Êrîşên polîs û leşkeran ên li hemberî welatiyên li ser sînor du rojin berdewam dikin û di encama êrîşa polîs û leşkeran de 25 kes birîndar bûn. Ji 25 kesên birîndarbûyîn jina bombeya gazê li serê wê ketî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Harran a Rihayê û 3 ciwan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tên dermankirin. Birîndarên din jî li ser piyan hatin dermankirin û ji nexweşxaneyê derketin.

(zt)