Çalakiya zîncîra mirovan a li ser sînor didome
13:13
Îlon
30
/ 2014
JINHA
RIHA - Bi hezaran welatî li gundên Elîzêr û Dewşên ên li ser sînorê Kobanê nobeta berxwedanê careke din dest pê kir.
Bi hezaran welatiyên li gundê Elîzêr û Dewşên ên rojavayê navçeya Pirsûsê ya Rihayê nobeta berxwedanê şevê heya serê sibê domandin û serê sibê li gundê Elîzêr ê ku li hemberî gundê Elîşar ê Kobanê zîncîra mirovan dan destpêkirin. Welatiyên gundê Elîzêr jî tevlî çalakiyê û dirûşmên "Bijî berxwedan YPG'ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin û sruda "Çarxa şoreşê" xwendin.
(zt)

