Ciwan bi navê cîhad û bihûştê tên xapandin

13:21

JINHA


AMED - Çeteyên DAIŞ’ê li Amedê ciwanan bi weedên hûnê biçin bihûştê û bi navê cîhadê daxapînin û dibin şer. Ciwanekî ku ji nava çeteyan reviya tiştên bi serê wî hatin vegot. Ciwanê bi navê R. G. diyar kir ku çete ciwanên kurd dikin hedef û polîtîkaya çeteyan hemû li ser tunekirina kurdane.


Çeteyên DAIŞ’ê li hember deskeftiyên gelê kurd êrîşên pêk tînin û dixwazin berxwedana gelê kurd bifetisîne. Çeteyên DAIŞ’ê li her deverê cihanê ciwanan bi waedên bihûştê dixapînin û wan dibin şer. Çeteyan vê carê li Amedê bi heman weedan ciwnan dixapînin. Hat îdiakirin ku li Amedê ciwanekî 15 salî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên bi navê Hakan Moran û Orhan Moran ve bi cîhadê hat xapandin û birin şer.


‘Li Amedê jî cihên çeteyan hene’


Ciwanê bi navê R.G. diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi rêyên cuda ciwanan bi weedên bihûştê dixapînin û dibin şer. R. G. da zanîn ku çete li hemberî leşkerên Esad jî di mewziyan dene vê jî tirsa xwedê dikin û wiha got: “Me dîtin û bi me re cuda cuda axivîn. Li Amedê jî cihên çeteyan hene lê belê em ne birin wan cihan. Ji min re gotin ‘em şerê cihadê didin, tuyê biçî bihûştê, ji xwedê bi tirse’ min ji gotinên wan bawer kir û çend rojan min bi wan re hevdîtinên xwe berdewam kir.


‘Min fam kir ku çete dixwazin gelê kurd tune bikin’


R. G. destnîşan kir ku çeteyên bi wî re hevdîtin pêk anîn ji wî re gotin ew bi rejîma Esad re şer dikin û wiha got: “Li gorî wan ji ber ku ez ji xwedê di tirsim bi wan re biçim şer. Gotin ger tu bixwazî biçî xwe bigihîne me. Min jî biryar da ku ez biçim. Li sînorê Suryeyê ez bi hevalekî re çûm lê wî biryara xwe guhert û li ser sînor vegeriya Amedê. Ez ji xwedê di tirsiyam û min dixwst biçim. Ji ber vê ez şûnde venegeriyam û ez çûm. Piştre min li wir fam kir ku çete dixwazin gelê kurd tune bikin.”


R. G. da zanîn kul i ser sînorê Suryeyê kesên bi wî re hevdîtin pêk anîn ew birine ji wir girtin, birin vîleyekê û wiha axivî: “J imin re gotin ji bo perwerdeyê divê tu çend rojan ligel me bimînî. Ez tevli şer ne bûm tenê min perwerdeya leşkerî dît. Ez li vîlayê 3 rojan mam û min perwerdeya leşkerî dît. Di perwerdeyê de lezbûn girîng bû, yên ne lezbin ceza ji wan re dihat dayîn. Dema ez li wir min nûçe ne dişopandin û xebera min ji tiştên ku li Kobanê tên jiyan kirin tunebû. Kesên ku diçûn tevli şer dibûn û dihatin hebûn, bi me re ne diaxivîn û çi dikirin ji me re ne digotin. Ji ber vê me ne dizanî bi kê re şer dikirin.”


R. G. bi lêv kir ku ew li ser israra malbata xwe paşde hatiye şandin û wiha got: “Li wir hinek kesan tiştên ne baş der barê DAIŞ’ê de ji min re gotin. Ji min re gotin ‘malbata te zext li ser malbata kesê tu rêkirîn dike’ kesê ku ez rêkirîm di taxa me de dijî, ev du sale endamê DAIŞ’ê ye. Piştî malbata min zext li wan kir ez şûnde şandim. Ez ji hinek gotin û tevgerên wan bi guman bûm û min dixwest paşde bizivirim. Lê ji ber ez ji wan ditirsiyam min ne dikarî bêjim. Hatin ji min re gotin ‘tu dixwazî biçî’ min jî got erê ez dixwazim biçim. Piştre ez ji sînorê Suryeyê derbasî Tirkiyeyê kirim û ez ji wir bi tena serê xwe hatim Amedê.”


(aw)