Konferansa jinên dadgehên Herêma Cizîrê hat li darxistin

14:24

JINHA


QAMIŞLO - Konferansa dadgeriya civaki ya jinên Rojavayê Kurdistanê yên herêma Cizîrê bi durişmeya “Bi jinên zane edalet bi ser dikeve” dest pê kir.


Endamên jin ên dadgehên gelê ên herêma Cizîrê li Akademiya Celadet Bedirxan a Wêje û Dîroka Kurdi ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo yekem konferansa dadgeriya civakî ya jinên Rojavayê Kurdistanê ya herêma Cizîrê bi durişmeya “Bi jinên zane edalet bi ser dikeve” dest pê kirin. Di konferasê de Hevseroka Herêma Cizîrê Hediye Yûsif, şandeyên Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan ên herêmê û bi dehan endamên jin ên dadgehên gelê yên herêmê amade bûn. Salona konferansê bi wêne û rengên jinan hatibû xemilandin. Her wiha wêneyên têkoşerên jin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên weke “Bi jinên azad jin dê bi ser bikevin, avakirina edaletê avakirina civaka demokratîk e.” û alên Yekîtiya Star hatin daliqandin. Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dicle Serêkaniyê derbarê rola jinan di hemû aliyên civakê de û avakirina civakeke demokratîk dûrî zihniyeta baviksalariyê de axivî.


Piştre Hevseroka Herêma Cizîrê Hediye Yûsif, Wezîra Jinan û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîra Gewriyê axivîn. Axaftvanan bal kişandin ser rola jinan di çarçoveya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û astengiyên di hemû aliyan de ku ji ber zihniyeta sîstema baviksalariyê rastî jinan tên anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ji bo edaleta civakî di navbera hemû pêkhateyên herêmê de bête peydakirin, pêwîste jin cihê xwe bi awayekî aktîf di hemû aliyên dadgerî, edalet û şoreşê de bigirin.


Axaftvanan di dawiya axaftinên xwe de bal kişandin ser berxwedana rûmetê ya herêma Kobanê û jinên herêmên Kobanê û Şengalê yên berxwedêr silav kirin.


Piştre hin perspektîf ji fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê rola jinan di avakirina civakeke demokratîk û peydakirina edaleta civakî de hatin xwendin.


Konferans hê jî berdewam e.


(zt)