Li herêma Rebiayê Rojnamevan Mazlûm Bagok jiyana xwe ji dest da

14:57

JINHA


RBIA - Hat ragihandin ku xebatkarê Navenda Çapemeniya YPG’ê Mazlûm Bagok di şer û pevçûnên li herêma Rebîa de jiyana xwe ji dest da.


Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemeniya YPG’ê ve hat weşandin de hat gotin: “Heval Mazlûm Bagok 28’ê Îlonê li navçeya Rebîa ya girêdayî Mûsilê jiyana xwe ji dest da.” Li gorî nûyeça Ajansa Nûçeyan ya Firadê (ANF) ê Mazlûm Bagok  (Ehmed Sado) ku li ser Qamişlo qeyd kiriye, 2014’ê tevlî bûye.


Navenda Çapemeniya YPG’ê got: “Rêheval Mazlûm ê ji bo şopandina berxwedana rêhevalên me ên li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî herêmên sêgoşeya Dugura, Cezaa û Rebîa ku li Rebîa bû, şehadeta wî em xemgîn kirin.” Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêheval Mazlûm ku li herêma Cizîrê li gelek qadên şer de maye, bi dîmen û wêneyên kişandiye berxwedana hêzên me bêmiring kiriye, bi rêbaza xebata xwe ya bi disîplîn, tevlîbûna bi coş, morala bilind û îradeya xwe ji bo me hemûyan sekneke mînak nîşan da. Em jî weke endamên Navenda Çapemeniyê em ê vê têkoşîn û sekna bi mînak bidîn jiyîn û bibîn layîqê rêheval Mazlûm û hemû şehîdên xwe.”


(zt)