Ji YPG'ê û Pêşmerge serkeftinên hevbeş
15:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên YPG'ê taxek û hin deverên setratejîk ên bajaroka Rebîa ya başûrê Kurdistanê xistin bin kontrola xwe. Hêzên Pêşmerge jî li bajarokê û li ser riya Musilê pêşve diçin.
Navenda Çapemeniya YPG'ê girêdayî rewşa dawî ya bajaroka Rebîa daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevgera ku şervanên me ji rojavayê deriyê Til Koçerê û hêzên Pêşmerge jî ji bakûr û bakûrê rojava ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li bajaroka Rabîayê dane destpêkirin didome. Hêzên me di vê operasyonê de taxek Rabîa û hin deverên stratejîk xistin bin kontrola xwe. Hêzên pêşmerge jî li bakûrê bajarokê ve pêşve çûne û gihiştine nexweşxaneyê. Li derdora nexweşxaneyê şer dewam dike. Hêzên pêşmerge li ser riya Mûsilê jî pêşve diçin û hewl didin ji aliyê rojava ve bikevin bajarokê.
Li bajarok şer dewam dike û derbarê encamê de wê paşê agahî zelal werin dayîn."
(zt)
