Li Lîcê palehiya tutinê …

08:52

Nurcan Yalçın / JINHA


AMED – Dema palehiya tutinê ya kul i Lîcê gelek malbat debara xwe bi wê dikin hatiye. Ji jinên çandiniyê tuninê dikin Seyhan Çelik diyar kir ku her çendî karê çandinya tutinê zorbe û dahata wê kêmbe jî lê ew bi heskirin dike.


Li Lîcê dema palehiya tutunê despêkiriye. Beşek mezin ji welatiyên gundê Kerwas yê navçeya Lîcê ya Amedê debara xwe bi tutinê dikin. Di bûharê de tutin tê çandin û heya meha cotmehê dema palehiya wan despêdike. Desteyên belkên tutinê havînê l i ber germa havînê dadinin û zivistanê jî li ber sobeyên agir dadinin û paşê jî di firoşin. Nezahat Çelîk ya ji gundê Kerwasê da zanîn ku ev 25 salin ew karên çandiniya tutinê dike û bi wê debara malbata xwe dike. Nezahat destnîşan kir ku ew dibin şertên zor de çar demsalên salê bi karê tutinê ve mijul dibin.


Çar demsalan bi tutinê re mijul dibin


Nezahat Çelîk anî ziman ku ev 25 salin ew bi karê tutinê ve mijul dibin û got: “Her roj serê sibê em zu radibin û diçin nava zeviyê. Di tevahiya rojê de em din ava zeviyan de dibin tavê de dixebitin. Em pelê tutinê ji nava zeviyê dikin û dibin malê. Li malê jî bi saetan em bi derziyê wan pelên tutinê bi ta ve dikin. Paşê jî em wan derdixin ber tavê radixin û ziwa dikin. Paşê jî em dibin hindir û heya zivistanê dihêlin. Em zivistanê jî derdixin li ber sobê û paşê jî di firoşin.”


‘Bi salane din ava şertên şer de em tutinê diçînin’


Jina bi navê Seyhan Çelîk ya ku tutinê diçîne jî di 25 salan de zoriyên xwe yên dema çandina tutinê wiha anî ziman: “Tevayî jiyana me bi çandina tutinê ve derbas bû. Li Lîcê dibin şertên şer û zoriyên dewletê de em çandiniya tutinê dikin. Ji ber wekedinê tu derfetên debara jiyana me nîne.”


(zt)