Jinên Wanê: Aysel Tugluk ber avêtiye zilim û heqaretê
08:54
Berivan Sumer / JINHA
WAN – Jinên Wanê heqareta ku Serokomar Receb Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk kirîn şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku ew êrîşa ser Aysel kirîn ser hemû jinên kurd kirine û gotin: “Parlementera me ber girtiye zilmê û heqaretê. Em jin tucarî parlementera xwe bi tenê nahêlin.”
Jinên Wanê heqareta ku Serokomar Receb Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk ya k udi dema mudaxeleya li Pirsusê de ber girtî panzerê kirîn şermezar kirin. Azad Şîmşek da zanîn ku ew wê helwesta birêz Aysel Tugluk di cîh de dibîne û ew wan gontinên bêhayi layêqî Serokomar Erdogan nabîne û wiha got: “Erdogan ne tenê Serokomarê gelekêye. Ew niha nûneriya dewletekê dike û din ava navnetewî de tê nasîn. Ez gotinên heqaretê yên ji bo parlementerekê bê gotin rast nabînim.”
‘Aysel ber avêtiye zilm û heqaretê’
Ji Dayîkên Aştiyê Rukiye Aslan jî nêzîkatiya Serokomar erdogan ya li hemberî Parlementer Aysel şermezar kir û wiha domand: “Aysel weke jinek ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û nûneriya gel dike. Wê ber girtiye zilm û heqaretê. Bê xwestin dê ber bigire Erdogan jî. Heger Erdogan zordariyê li gelê kurd dike, berê polîs û leşkerên xwe dide Kobanê wê demê alîkariya zilmê dike.”
‘Emê Aysel bi tenê nehêlin’
Rukiye anî ziman ku helwesta Erdogan perçiqandina jinane û wiha berdewam kir: “Bila Erdogan ji bîr neke ku jin tucarî nayên perçiqandin. Bi saya birêz Abdullah Ocalan jin tekoşîna azadiyê didin. Dema ku jin hebin dê tucarî jinek neyên perçiqandin. Em dizanin hevalên xwe yên jin li hemberî mêran biparêzin. Emê tucarî parlementera xwe bi tenê nehêlin û em wê helwesta wê pîroz dikin. Emê desturê nedin zimanê Erdogan û dewletê li hemberî parlementera me Aysel dirêj bibe.”
‘Gotina ku ji bo Aysel hatî gotin ji bo hemû jinên kurd hatiye gotin’
Rukiye bang li hemû cîhanê kir û got: “Kobanê bi tenê nehêlin. Kobanê hebûna Rojhilatanavîne. Emê tucarî Kobanê bi tenê nehêlin û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li gel wan bin. Roj roja tekoşînêye.” Dayîka Aştiyê Hanîfe Kaçak jî helwesta Serokomar Erdogan ya li hemberî Aysel şermezar kir û wiha domand: “Aysel parlementera gel hemûyane. Gotina ku ji bo Aysel hatiye gotin ji bo hamû jinên kurd hatiye gotin. Aysel tenê berek girtiye. Lê ewana bi çekan û bombeyên gazê êrîşî welatiyên ser sînorê Kobanê dikin.”
(zt)

