Candice Williams: Armanca DAIŞ’ê girtina çavkaniyên enerjiyêye
09:48
JINHA
AMED – Pispora CDO yê Candice Williams diyar kir ku DAIŞ’ê li cihên ku qirkirinan dike hewildide çavkaniyên enerjiyê, av û petrolê bigire destê xwe û got: “Heger niha DAIŞ’ê neyê asteng kirin hemû cîhan dibin xetereyê dene.”
Pispora Rêxistinên Rabûna Civaki (CDO) ya Îngiliz Candice Williams ya ku beşdarî 6'emîn Konferansa Ekopotamyayê ya li Amedê hatî derxistin bû êrîş û qirkirinên DAIŞ dike ji ajansa me re nirxand. Candice da zanîn ku DAIŞ ya ku tu eleqeya wê bi ol re neyî armanca wan ya sereke bidestxistina çavkaniyên enerjiyêne. Candice destnîşan kir k udi tevahiya cîhanê de DAIŞ bi qirkirin û zilmê tê naskirin û wiha got: “Ev komên çeteyan di hemban demê de ji bo bi destxistina av, petrol û santralên elektirîkê jî din ava xebatan denin. Ji ber bidestxistina çavkaniyên petrolê di aliyê madî de alîkariyek mezin dide wan.” Candice anî ziman ku dema çavkaniyên avê bikevin destê DAIŞ’ê wê demê ser civakê dibin xwedî mafê gotinê û civakê kontral dike û wiha domand: “Girtina civakê ya bindestê xwe tê wateya di aliyê leşkerî de bihêzbûnê. Li ber çavan dixwiyê çend sal paşê hinekî dinê DAIŞ bi hêz bibe dê qirkirinên mezin bike. Dema ku cihên sitratejîk bikevin destê DAIŞ’ê dê ji bo mirovan bi nêzîkatiyên weke ‘Heger hun weke min bikin ezê avê bidim we hun weke min nekin hunê bê av bimînin’ dê nêzî gel bibin.”
‘Heger DAIŞ neyê asteng kirin ji bo hemû cîhanê talokeye’
Candice bilêv kir ku DAIŞ’ê bi navê xelîfeyên îslamê li Rojhilatanavîn şerek dane despêkirin û dê belavê tevahiya cîhanê bibe û wiha berdewam kir: “Heger niha pêşiya DAIŞ’ê neyê girtin dê di tevahiya cîhanê de ji bo kesên ji derveyî xwe tehlîkebe û ji xwe bi xwe tehlkeyek mezine. Di demboriyê de av û petrol dihat çî wateyê ji bo demê bê jî hemane. Çêkirina bendavan jî nîşanên vêne. Ji ber wê jî divê em di ferqa van metirsiyan debin.”
(zt)

