Li sînor derbaskirina avê jî asteng dikin

09:52

JINHA


RIHA – Leşkerên tirk ên ku ji sînorê Pirsûsê derbasbûna welatiyên Kobanê asteng dikin dibin sedema telefbûna sewalên welatiyan jî. Li gundê Zehwanê leşker nahêlin welatî bi xortuman avê bidin sewalên aliyê din ê sînor.

Welatiyên Kobanê yên rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tên li sînorê Pirsûsê jî ji aliyê leşkerên tirk ve tên astengkirin. Sewalên welatiyan ên ev 17 roj in bi xwe re anîne tî û birçî ne. Her roj gelek sewal telef dibin, welatiyên gundê Zehwanê yên ku dixwazin bi xortuman avê bidin sewalan jî ji aliyê leşkerên tirk ve tên astengkirin. 

Li ber çavan telef dibin 

Welatiyên Kobanê yên ku sewalên wan telef dibin li hemberî leşkerên tirk nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku li aliyeke DAIŞ wan bomberan dikin li aliyê din jî bi îşkenceyên leşkerên tirk re rû bi rû dimînin. Kobaniyan destnîşan kirin ku sewalên wan li ber çavan ji ber tîbûnê telef dibin, leşker nahêlin ji aliyê din ên sînor jî avê bigirin. Dema ku mu trajediya li ser sînor bi wêneyan dikişand di encama bertekên welatiyên li herdu aliyên sînor leşkeran destûr dan ku bi xortuman welatî avê bigirin. 

(zt)