Heyeta HDP’ê diçe Îmraliyê
10:15
JINHA
STENBOL – Heyeta HDP’ê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînê hate hînbûn ku dê îro biçe.
Heyeta HDP’ê ya ku ji Wekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tên dê îro biçin girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Hate hînbûn ku heyet dê saetên pêş de ber bi Îmraliye ve derkeve rê.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, daxuyaniyên rayedarên KCK’ê yên “pêvajoya çareseriyê û agirbestê ji bo me wateya xwe winda kiriye” hevdîtina bê kirin gelekî girîng e, çavên raya giştî jî li Îmraliyê bi hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û heyetê ye.
(zt)

