Gulê Elban: Desên xwe yên bixwîn ser zarokên me rakin!

11:25

Beritan Elyakut-Şehriban Aslan / JINHA


MÊRDİN- Piştî qirkirina Şengalê dema Endama YJA STAR Ayşe Elban (Armanç Viyan) li gel hevalên xwe alîkariya welatiyên Êzidiyên ji qirkirinê rizgarbûyîn dikirin rastî êrîşa çeyetên DAIŞ’ê hatin û di êrîşê de Ayşe jiyana xwe jidest da. Dayîka Ayşe Gulê Elban diyar kir ku hîna cenazeyê keça wê di destê çeteyên DAIŞ’ê dene. Gulê bang li Serokomar Tayyip Erdogan kir û got: “Destê xweyê bi xwîn ser zarokên me rakin. Yan jî dê didawiyê de ew dest we jî bixenizîne.”


Di 17’ê Îlonê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de Endama YJA STAR Ayşe Elban (Armanç Viyan) jiyana xwe ji dest da. Dayîka Ayşe Gulê Elban da zanîn ku hîna cenazeyê keça wê di destê çeteyan dene û wiha got: “Min çîkir cenazeyê Armanç nedan min. Min got cenazeyê keça min bidin min ezê weke gulekê bêhin bikim. Lê endamên YPG’ê gotin ‘Niha derfetên em yên em bikarin cenazeyê Armanç bigirin nîne.’ Îşalah keça min bibe şehîdê dawiyê. Bila serê Serok Apo û gerilla saxbe. Ez nizanim çî bêjim. Canê min dişewite agir girtiye bendeena min.”


‘Keça min bûye bûka Kurdistanê’


Gulê anî ziman ku keça wê Ayşe du sal li Stenbolê xebitiye û wiha domand: “Keça min Armanç hem alîkariya rojnamê dikir û hem jî kovar belav dikir. Tuçarî muçeyên ku keça min digirt ne di anî malê. Her dem kinc û solên wê kevinbûn û yên nû nedigirt. Paşê ez hînbûm ku keça min muçeyê digire ji bo girtiyên siyasiyên girtîgehan dişîne. Ji ber wê jî keça min bûka Kurdistanêye.” Gulê destnîşan kir ku keça wê 9 sal û 19 roj berî niha beşdarî nava tekoşînê bûye û wiha berdewam kir: “Em weke malbara wê her dem bi Armanç serbilindin. Armanç rênîşandera meye.”


Nîşeya Armanç: Ezê tucarî tekoşîn û rêya xwe bernedim


Gulê derbirî ku berî biçe li peyî xwe nîşeyek hêlaye û wiha dom kir: “Beriya ku Armanç biçe ji bom e nîşeyek hêlaye. Di nîşeyê de wiha gotiye: ‘Ev 14 salin em din ava partiyê denin. Ez 14 salî bûm min biryar daye. Ezê tucarî dest ji tekoşîn û rêya xwe bernedim.’ Dema ku Armanç şehîd ketiye 6 hevalên wê çune cenazeyê wê bigirin lê her 6 hevalên wê jî şehîd ketine. Hemû gerilla û şehîdên rêxistinê zarokên minin. Heger Serok Apo nebana emê dibin lingan de bi fetisîbana.”


‘Bila Erdogan destê xwe yê bi xwîn ser zarokên me rake’


Gulê bibîrxist ku divê gelê kurd hemû alîkariyê bidin Kobanê û wiha pêde çu: “Heger îro Kobanê îşkal bikin. Dê sibê Amed û Mêrdînê jî îşkal bikin. Ez bang li Erdogan dikim; êdî bese bila êdî ev xwîn nerije. Hinek şerm bikin û vê xwînê bidin rawestandin û me hemûyan bibîne. Em dayîk ji xwe bi têrî giriyane, em êdî naxwazin bigirîn. Wan destê xwe yê bixîn ser zarokên me rakin. Yan jî dê ew dest di dawiyê de we jî bixeniqîne.


 (zt)