Bangewaziya berxwedana ser sînor bilind bikin
11:31
JINHA
RIHA - Berxwedêrên ku bi rojan e li gundê Boydê yê ku li ser sînor e bang li her kesî kirin ku li hemberî êrîşên polîs û leşkeran berxwedanê bilind bikin kirin.
Welatiyên bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê û êrîşên çeteyan şermezar bikin bi rojan e li ser sînor di nava berxwedanê de ne. Hate hînbûn ku 3 welatiyên ku di êrîşa polîs û leşkeran de hatibûn binçavkirin û serbest hatibûn berdan bi lêdanê re rû bi rû mane. Nevzat Abukan, Ahmet Kurhan û Salih Erdem ên ku ji herêma Serhedê ji bo nobeta berxwedanê hatibûn di êrîşa polîs û leşkeran de li gundê Boydê hatibûn binçavkirin diyar kirin ku di bin çavan de heqaret li wan kirine û leşker bi migferên xwe li wan dane. Nevzat got ku çi dibe dila bibe ew ê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin û banga bilind kirina têkoşÎnê li her kesî kir.
Berxwedêrê 70 salî
Ciwanên bi navê Ahmet Kurhan û Salih Erdem ên ku di êrîşa seat di 21.00'an de hatin binçavkirin gotin ku bi lêdana leşkeran re rû bi rû mane û anîn ziman ku ji nêz ve guleyên plastîk li wan reşandine. Hesen (65) û Xelîl Orhan (70) birayên hevin hatine gundê Boydê û di eniya herî pêş ê berxwedanê de cih digirin. Berxwedêran diyar kirin ku ew ji bo pêşiya êrîşên çeteyan bigirin hatine vir.
Her wiha îdia kirin ku leşkerên li ser sînorê Boydê vekişiyane û wan şevê din xeta sînor kontrol kirine.
(zt)

