Desthilatî, ‘zirbavan’ hildiberîne
14:50
Pelîn ÎKTUEREN-JINHA
ÎZMÎR - Civaknas Selda Ustabaş, diyar kir ku homofobî, “modêleke cudaxwaziyê ya nayê dîtin” e. Selda, anî ziman ku civakeke homofobîk, ji jiyana bi hev re bêpar e û got ku “Civakeke homofobîk, civakeke ku bi cudaxwaziyê tê birêvebirin, tenê mafê yên ku dişibê wê diparêze, qada jiyanê, tenê dide takekesên ku ew erê dike ye."
Di 17’ê gulana sala 1990’an de, ji ber ku ev roj roja hevzayendî ji Dabeşkirina Nexweşiyê ya Navnetewî hat derxistin e, wekî Roja Têkoşîna li Hemberî Homofobî û Transfobiyê hatiye îlankirin. Heta niha Yekitiya Ewropayê û Brezîlyayê ev roj bi awayekî fermî nas kiriye. Di Saziya Ziman a Tirk de heta niha tu agahiyên derbarê Homofobiyê de, cih negirtiye. Homofobî ji ber sedemên wekî civakî, îdeolojî, olî û psikolojîk derdikevin holê. Homofobî bi wateya nefreta li hemberî hevzayendan, tirs, nerazîbûn û cudatiyê tê bikaranîn. Peyva homofobî cara pêşîn di TIME (The İnternational Magazine of Events-Kovara Bûyerên Navneteweyî) de hat bikaranîn. Kesê/a ku ji biçûktiya xwe de di bin bandora olî de mabe yan jî tiştên ku xwendibe û bihîstibe li serê bandorek hiştibe bi nêzikatiya homofobîk tevdigere. Li gorî lêkolînên Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, nêzî 70 saliye ku zulm li hevezayendan tê kirin. Nêzî 8 welatan cezayên dardekirinê didin hevezayendan.
Em bi civaknas Selda Ustabaşî re li ser ‘homofobiyê’ axivîn.
Modela Cudatiya Nedîtî: Homofobî
Endama Komeleya Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinê ya Îzmîrê Selda Ustabaşî der barê mijarê de nêrînên xwe ji bo me vegot. Ustabaşi got ku “Homofobî, modela cudatiyeke ku nayê dîtin e. Ji bo rûbarî derketina homofobiyê, divê em guliyên xwe yên mêrane bi destên xwe jê bikin. Homofobî dike ku jin ji jintiya xwe dûr bikevin, ji jintiya xwe şerm bikin. Erka mêraniyê, xwe li ser aliyên xwe yên jinane ava dike, desthilatiya mêraniyê jî, xwe bi pergala heteroseksizmê bi rê ve dibe”. Selda di berdewamiya axaftin axwe de wiha got: “Homofobî di nava civakên mêran de bi zanebûn tê çêkirin. Pergala niha, bi heteroseksuelîzmê û bi desthilatiya mêrane dimeşe. Gava ku em di civakê de li belavbûna homofobiyê binhêrin em bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, ku em tirsa cudatiyê û hêza têkoşîna li hemberî cudatiyê biçûk bibînin, dê pirsgirêkên mezin derkevin holê. “
Ustabaşi bal dikişîne ser zagonê û got di pergala zagonî de kesên hevezayend cih nagire û wiha pê de çû: “Polîtîkayên ku armanca tunekirinê dihundirîne, civakeke ku li mafên xwe digere derxist holê. Desthilatiya pergala niha, bi destên xwe ‘hemwelatiyên ne helal (damarî)’ dizê.” Ustabaşi anî ziman ku desthilatiyan bi xwe ‘zarokên ne helal’ derxist holê ku hêza xwe ya heyî bidomîne û xwe xurttir bike.
Civakên Homofobîk li ser bêparî û kêmasiyê tê avakirin
Ustabaşi bi lêv kir ku homofobî bi destê desthilatiyan diafire û bi saya civakê tê domandin. Ustabaşi di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wekî homofobî cudahiyên din jî li ciyên ku desthilatî lê hebe derdikevin. Heke em desthilatiyê wekî kesayetî bidin dest, ya girîng hebûna wê û rastiyên wê ne. Di nav civakê de ji zêhniyeta tiştên ku li gor pergalê nîn bin, wekî ku tenduristiya civakê xera dike heye. Civakeke homofobîk, nikare jiyaneke hevpar bi hev re bijî. Civakek homofobîk bi cudatiyê tê bi rê ve birin, bi tenê mafên kesên wekî hev diparêze û dihêle ku bi tenê ew bijîn. Civaka homofobîk ji têgînên wekî aştî, wicdanî û edaletî ve kêm e. Civakên homofobîk li ser bêparî û kêmasiyê tên avakirin.
Homofobî, Nîjadperestî ye
Prof.dr. Nîlgun Toker Kilinç têkoşîna li hemberî homofobiyê yek bi yek anî ziman û wiha got: “Homofobî tiştekî nijadperestî ye. Di serî de bibêjim ku, ji bo ku li Tirkiyê hemû cudatî ji holê rabin divê ‘zagona sûcên nefretî’ bê qebûl kirin. Sûcên nefretî êrîşa heyîna mirovan e. Wekî ku hevezayendbûn, kurdbûn, jin bûn û hwd. Ji bo ku têkoşîna li hemberî homofobiyê xurtir bibe, divê kesên heteroseksul jî bibin xwedî rêxistin û dengê xwe bilin bikin. Lê ji bo ku ev tişt jî pêk werin divê pergaleke hûqûqî bê avakirin û zêhniyeta civakê bê guhertin. Sazî û avaniyên ku li Tirkiyê ne divê wan biparêze. Di zagonan de çi dinivîse bila binivîse. Ji bo ku ew zagon bêne sepandin, zêhniyeta civakê dibe bend û dîwar.”
(ht/xo)

