Pirtûka Waneyên Rêziman Kurmacî Derket
11:48
JINHA
AMED - Pirtûka Waneyên Rêzimanê Kurmancî ya ji 320 rûpelan pêktê ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji Weşanxaneya Sîtavê derket.
Pirtûka Rêzimana Kurmancî ji 320 rûpelan pêktê ji Weşanxaneya Sîtavê derket. Nivîskarê Pirtûka Rêzimana Kurmancî Mamosta û Lêkolînvan Nezîr Ocak ev zêdetirî 12 salan e waneyên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeyên wanedayînên 12 salan ev berhem derketiye holê. Nivîskar berhem li gorî wanedayînê, bi qayîdeyeke pir hêsan amade kiriye. Nivîskar di pirtûkê de zimanekî gelekî hêsan bikar aniye. Xwendekar di fêmkirina mijaran de qet zehmetî nakişîne.
Cudatiyên vê berhemê ji berhemên dinê yên rêziman
Yek ji taybetiyên vê berhemê ku ji berhemên din ên rêziman cuda dike ew e ku nivîskar mînakên xwe bi giranî ser wêjeya kilasîk a kurdî, gotinên pêşiyan û gotinên navdaran dane. Bi vî awayî xwendevan bi hînbûna rêziman re ser wêjeya kurdî ya klasîk jî dibe xwedî agahî.
Cudahiyeke din jî ew e ku 6 mijar di vê berhemê de hene lê di pirtûkên din yên rêziman de tunene. Ev mijarên rêziman heta niha tenê ji aliyê nivîskar ve hatine tespîtkirin. Nivîskar di dawiya her mijarê de hîndarî daye, ev yek jî hem mijarê careke din tîne bîra xwendevan hem jî dihêle ku tiştê xwendevan hînbûye di hişê wan de bimîne. Ev berhem tekane berheme ji bo hînbûn û pêşxistina rêzimana kurmancî.
(zt)

